TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn piştgiriya xwe ya ji bo Diyar Dersîm diyar kir

NÛPEL – Tev-Çand Rojava û Tevgera Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyekê êrişên provokasyon û reşkirinê yên li dijî hunermend Diyar Dersîm şermezar kirin û ragihandin: “Yekitiya gelê Kurd di asta herî bilind de ye. Di serdemeke wiha de êrişên reşkirinê li dijî hunermend Diyar Dersîm tên meşandin. Em van êrişan red dikin û bang li hevgirtinê dikin.”

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Hîlala Zêrîn, li dijî êrişên provokasyon û reşkirinê yên hin aliyan ku li dijî gelê Kurd û hunermendan —bi taybetî vê dawiyê li dijî hunermend Diyar Dersîm— dimeşînin, daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Îro yekitiya gelê Kurd gihîştiye asta herî bilind. Di serdemeke wiha de, gelek êrişên li dijî exlaqê civaka Kurd tên kirin. Êrişên ku xizmeta şerê taybet dikin, provokasyon û reşkirina ku di nav gelê me de dibin sedema perçebûnê tên jiyankirin. Em baş dizanin ku ev êriş û provokasyon ji aliyê hin navendan ve tên birêvebirin. Hunera Kurd û hunermendên Kurdistanê nirxên herî girîng in ku divê em wan biparêzin. Ev destkeftiyên herî bi nirx ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd, encamên herî bedew û pîroz afirandine.

Di çaxekî wiha de ku gelê Kurd hewcedarê yekîtî, hevgirtin û parastina destkeftiyên xwe yên çandî û neteweyî ye, di rojên dawî de em bûne şahidê êrişên navendeke rêxistinkirî û sîstematîk ku hunermendê hêja Diyar Dersîm hedef digire.

Ev êriş li ser medyaya civakî veguherîne reşkirineke rêxistinkirî û kesayetên neteweyî û çandî hedef tên girtin. Em wek Tev-Çand Rojava û Tevgera Hîlala Zêrîn, van êrişan xeternak dibînin. Ev rewş ji sînorê rexne û ramanan derbas bûye; gihîştiye asta rûreşkirin, tawanbarkirina bi xiyanetê û lêpirsîna dîroka hunermendekî ku jiyana xwe ji bo huner, çand û xizmeta armancên gelê xwe bexş kiriye. Tiştên ku îro diqewimin ne tenê hedefgirtina kesayetiya Diyar Dersîm e; di heman demê de hedefgirtina dîrokeke dirêj a têkoşîna çandî û hunerî ye ku nasnameya çanda Kurdî ji helandin û qirkirinê parastiye û diparêze.

Ev kesên ku îro hewla welatparêziyê didin û lezê dikin ku sûcdariyan li dijî Diyar Dersîm bikin, bi zanebûn dîroka wî ya binirx paşguh dikin. Diyar Dersîm hunermendekî heta dawiyê welatparêz e û xwediyê nirxên Kurd û Kurdistanî ye. Hewcedariya Diyar Dersîm bi weklandina xwe li pêşberî hin kes û derdoran nîne.

Em bi awayekî tund hewlên bikaranîna çîrokên derewîn û şaş ku armanca wan reşkirina nav û dengê hunermendê hêja Diyar Dersîm e, red dikin. Her wiha, em hemû şêwazên teşwîqkirinê yên ku dixwazin di navbera gelê Kurd de nakokî û parçebûnê biçînin û raya giştî bi şerên jidûrî (ên ku xizmeta dijminên çand, huner û doza demokratîk dikin) mijûl bikin, red dikin. Ji ber ku alên me hemû pîroz in û sembola qurbanî, nirx û kedên herî mezin in.

Em hevgirtina xwe ya tam bi hunermendê rêzdar Diyar Dersîm re piştrast dikin û li dijî navendên reşkirinê piştgiriya xwe ya ji bo wî radigihînin. Her wiha em bang li hemû rewşenbîr, hunermend û endamên civaka xwe dikin ku bi berpirsiyarî û hişmendî tevbigerin; nebin amûrê navendên teşwîqkirina xapînok ku tenê xizmeta perçebûn û qelskirina tevna çandî û civakî dikin.

Rêz û hurmet ji çanda azad û hunera berxwedanê re!”

Çavkanî: Rojnews

Van jî bibîne

 

Helîkoptereke Amerîkayê li nêzîkî Tengava Hurmizê ket
Numan Kurtulmuş: Divê ev pêvajo bê temamkirin

Nûçeyên Sereke