19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn

JinNûçe

🔴Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.

Têkildarî cezayên cuda yên li Ayşe Gokkan hatin birîn li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a li Amedê rûniştina pêncemîn hate kirin. 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn.

Rûniştin li ser wê dozê hate kirin ku bi îdîaya “endametiya rêxistinê” 2 caran; yek jê 12 sal, yek jî 7 sal û 6 meh, bi îdîaya “alîkariya bi rêxistinê re” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hatibû birîn û ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin.

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

Husên Arif bi romana “Şar” re li ber deriyên edebiyata kurdî ye
Hevdîtina Swîsreyê ya di navbera Amerîka û Îranê de hat taloqkirin

Nûçeyên Sereke