Hevdîtina Swîsreyê ya di navbera Amerîka û Îranê de hat taloqkirin

CîhanNûçe

🔴Wezareta Derve ya Swîsreyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevdîtinên ku ji bo roja înê yên di navbera Amerîka û Îranê de hatin taloqkirin.

Biryar bû ku îro Amerîka û Îran li swîsreyê bicivyana.

Lê belê Wezareta Derve ya Swîsreyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevdîtinên ku ji bo roja înê yên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de hatin taloqkirin.

Ev yek jî pêşketineke ku pirsên li ser rêça lihevkirinên dawî derdixe holê.

Ev daxuyanî çend demjimêran piştî ragihandina berdevkê Qesra Spî hat ku Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê J.D. Vance serdana xwe ya plankirî ya ji bo Swîsreyê ya roja înê betal kiriye.

Civîna J.D. Vance ji bo ku bi danûstandkarên Îranî re bicive û dest bi danûstandinan li ser bicîhanîna peymana ku di navbera Tehran û Washingtonê de ji bo bidawîkirina şer nîqaş bikin.

Qesra Spî rave kir ku şandeya Amerîkî amade ye ku biçe, lê serdan ji ber tiştê ku ew wekî “şert û mercên lojîstîkî yên tevlihev” bi nav dike, hat paşxistin.

Danûstandkarên Îranê ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê neçûn Swîsreyê

Raporên medyayê, nîşan dan ku Tehranê jî biryar da ku şandina şandeya xwe bo Swîsreyê paş bixe, ew jî ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser başûrê Libnanê ye.

Trump: Em li hemû eniyan li benda agirbestê ne

Li aliyekî din, Serokê Amerîkayê Donald Trump anî ziman ku Amerîka bi temamî pabendî pêkanîna aştiyê ya li herêmê ye.

Donald Trump, bangî hemû aliyên li Rojhilata Navîn kir ku pabendî agirbest û aştiyê bin da ku dan û standin bi awayekî serkeftî bi pêş ve biçin.

Trump, amaje pê kir ku nûçeyên li ser peymanê bandoreke erênî li bazarên darayî kiriye.

Serokê Amerîkayê, tekez kir ku Washington li hemû eniyên şer li benda agirbesteke temam û giştgir e, bi taybetî jî li Libnanê û got ku divê li hemû cihan şer bê rawestandin.

Mucteba Xamineyî: Min destûra îmzekirina peymanê da

Di heman demê de Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî, di peyama xwe de destnîşan kir ku gihîştina bi vê qonaxê encama hewla berpirsên navxwe bûye û got:

“Aliyê Amerîkayî ji ber neçariyê serî li her cure amûr û zextan daye ku bigihêjin vê peymanê.”

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê eşkere kir ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan wekî serokê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî soz daye wî ku dê mafên gelê Îranê û “Eniya Berxwedanê” biparêze û wiha anî ziman:

“Min destûra îmzekirina peymanê da, ji ber ku Serokkomar berpirsiyariya wê girt ser milên xwe û tekez kir eger aliyê Amerîkayê bixwaze daxwazên zêde bisepîne, ew dê serî netewînin.”

Mucteba Xamineyî hişyarî da ku dan û standinên rasterast ên paşerojê “wateya qebûlkirina daxwazên dijmin nade” û da zanîn:

“Em û gelê serbilind li benda pêkanîna wan mercan in ku me li ser wan li hev kiriye.”

Her wiha Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM), piştî metna mutabaqatê ya di navbera DYA û Îranê hate îmzekirin û şûn de, têkildarî dorpêça deryayî ya li ser Îranê, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek da.

CENTCOM: Dopêça deryayî ya li ser Îranê hate rakirin

CENTCOM’ê eşkere kir ku ji îro û pê de dorpêça daryayî ya DYA ya li ser Îranê hatiye rakirin, lê ji bo pêkanîna biryarên mutabaqatê bawer bin, wê li herêmê bimînin.

CENTCOM’ê, ragihand ku îro li ser fermana Serokê Hêzên DYA’yê dorpêça li ser hemû hatin û çûna deryayî ya dikeve bender û peravên Îranê hatiye rakirin.

/nucetv.net/

Van jî bibîne

 

19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn
Qalîbaf: Ger peyman were binpêkirin, em dê bersivê bidin

Nûçeyên Sereke