Husên Arif bi romana “Şar” re li ber deriyên edebiyata kurdî ye

NÛPEL · Wergêr Şikriya Salih û Firat Kelehkî, romana nivîskarê hêja Husên Arif a bi navê “Şar” ji soranî wergerandin kurmancî. Roman, ku ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin, xwendewanan dibe nîvê sedsala bîstan a civaka kurdan.

Nivîskar Husên Arif di romana xwe ya nû ya bi navê “Şar” de, bi şêwazeke vebêjerî ya xurt, di xaniyê kevin ê Metê Helîm a li Taxa Serşeqamê de, nexşeya civaka kurdan a di navbera kevneşopî û nûjeniyê de asê maye, radixe ber çavan.

“Şanehengek” ji bo baskşikestiyan

Xaniyê Metê Helîm di romanê de ne tenê wekî avahiyeke kerpîç û heriyê, lê wekî “şanehengek” tê pênasekirin ku çarenûsa bi dehan mirovên bêkes û hejar di bin banekî de bi hev ve girêdide. Di vê cîhana ku tiştek tê de nayê veşartin de; Sabîrê himal, Heme Eliyê meaşxwer û Xawera nanpêj, di bin sîbera “Şahjina Heqanetê” Metê Helîm de, hewl didin li dijî şert û mercên dijwar ên jiyanê li ser piyan bimînin.

Di navbera kevneşopî û zagonên nû de

Roman, bi taybetî balê dikişîne ser hewldana Metê Helîm a ji bo parastina pergaleke civakî ya li ser bingeha dilsoziyê. Lêbelê, pirsên girîng di dilê xwendevan de hiştiye: Gelo ev kela parastinê dikare li ber bayê guherînên demê, xizaniya kûr û zagonên sar ên bajêr xwe ragire?

Husên Arif, bi “Şar” re ne tenê çîroka jiyaneke hevpar, lê di heman demê de belgeyeke zindî ya hilweşîna hêlînên kevin û lêgerîna nasnameyê ya di kolanên teng de pêşkêşî xwendewanan dike.

Agahiyên pirtûkê

Berhema ku bi kedeke mezin ji aliyê Şikriya Salih û Firat Kelehkî ve hatiye wergerandin, bi formata 13×19.5 û 328 rûpelan li ber destê xwendevanan e. Kesên ku dixwazin vê xebata giranbiha bi dest bixin, dikarin serî li malpera avestakitap.com bidin.

Navê Pirtûkê: Şar

Nivîskar: Husên Arif

Wergêr: Şikriya Salih & Firat Kelehkî

Weşanxane: Avesta

ISBN: 978-625-5535-46-7

Rûpel: 328

avestakitap.com/sar

Van jî bibîne

 

19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn

Nûçeyên Sereke