Rêwîtiya jiyana hunermendekî xwedî pêdiviyên taybet:
QILABAN (NÛPEL) – Hunermend Îsmaîl Helalî ku ji aliyê fizîkî ve astengdar e, tevî zehmetiyên jiyanê bi hezkirineke mezin li pey armancên xwe çû. Ew dibêje: “Min 10 salan cîhan dît. Heta ku ez gihîştim wê ferqê ku ez nabînim, min careke din jiyan hembêz kir. Min armancên xwe bi ser xistin.”
Hunermend Îsmaîl Helalî ji gundê Hilalê yê ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê ye. Ew di 10 saliya xwe de, di encama teqîna mayînekê de ji her du çavên xwe birîndar dibe. Îsmaîl dibêje ku wî di destpêkê de nebînatiya xwe qebûl nedikir; heta ku wî rewşa xwe erê kir, careke din tevlî jiyanê bû û bi wêrekî tevgeriya.
Îsmaîl Helalî bi wêrekî û jîrbûna xwe ji gelek nebînayan re bûye mînak û hewl dide wan fêrî jiyanê bike. Îsmaîl diyar dike ku ew bûye şahidê gelek kesan ku ji ber nebîniyê ji jiyanê bêpar mane û got: “Min çîroka wan guhdar dikir û xemgîn dibûm. Gelek caran malbat û derdora me ji bo me dibin astengên herî mezin. Gelek kes bi çavê kêm li me dinêrin. Heta dema ku em dimeşin jî bi ecêbmayî li me temaşe dikin. Ez van nêzîkatiyan rast nabînim; em ne astengdar in, derdora me astengiyan derdixe. Hinek malbat li şûna ku zarokên xwe fêrî jiyana nebîniyê bikin, hemû kar û pêdiviyên wan bi xwe dikin. Ev jî dibe sedem ku nebîna fêrî serbixwebûnê nebin û her tim hewceyî kesên din bin.”
Îsmaîl Helalî 20 salan li dawetan bi saz û dengê xwe ked da. Her tim bi Kurdî stranên xwe gotin û xizmeta hunera Kurdî kir. Wî zanîngeh qedand û ji bo zarokên gund mamostetiya muzîkê jî kir. Îsmaîl got: “Dibe ku min dûr û dirêj cîhan nedîtibe, lê min di hişê xwe de mezin kir. Min xeyalên xwe gihandin serî û her tim xeyalên min ên nû hene.”
Îsmaîl di dawiyê de destnîşan kir ku mixabin gelek zarokên herêmê mexdûrên şer in û got: “Ez hêvî dikim ku êdî tu zarok nebin mexdûr.”










