NÛPEL – Rejîma Îranê, ku cezayê darvekirinê wekî amûreke zextê li dijî gel bi kar tîne, her du girtiyên Kurd ên bi navên Mehrdad Mihemedîniya û Aşkan Malekî bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên meha Çileyê bûne, dar ve kirin.
Binpêkirinên mafên mirovan û pêla darvekirinê ya rejîma Îranê, ku li dijî çalakvanên siyasî û bi taybetî jî li dijî Kurdan tê meşandin, bê rawestan berdewam dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê ya ser bi dadweriya rejîma Îranê ve, girtiyên Kurd Mehrdad Mihemedîniya û Aşkan Malekî li Girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatine darvekirin.
Ji rejîmê îdiayên bêbingeh
Hate zanîn ku her du ciwan piştî beşdarbûna xwepêşandan û çalakiyên meha Çileyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatibûn girtin. Rejîma Îranê ji bo rewakirina van biryarên xwe, careke din serî li îdiayên xwe yên klasîk û bêbingeh da.
Di daxuyaniya dadweriya rejîmê de hate îdiakirin ku her du girtiyên Kurd “alîkarî dane Îsraîl û DYAyê”. Her wiha dadgehê bi tawana ‘Muharebe’ (ango şerê li dijî Xwedê û dewletê) biryara xwe ya darvekirinê parast.
Çavkanî: AW










