Li Koçgiriyê hezaz çêbû

NûçeXweza

NÛPEL – Li gundê Dipsizgolê yê ser bi navçeya Koçgiriya Sîwazê ve hezaz (şimitîna axê) çêbû. Hezaza ku li qada projeya madenê ya tê xwestin were çêkirin pêk hat, welatî xistin nava tirs û fikaran.

Li herêma ku ji aliyê şîrketa BARİT Maden Türk A.Ş. ve projeya madena selestînê (xwêya stronsiyumê) lê dihate plankirin, hezaz rû da.

Gundî û ekolojîstan li dijî biryara “ÇED ne hewce ye” ya ku ji bo projeya madenê hatibû dayîn, metirsiya hezazê gelek caran anîbûn ziman, lê belê ev hişyariyên wan ji aliyê rayedaran ve nehatibûn berçavgirtin.

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

Parêzgarê Hesekê: 28 dîlên YPJê hatin berdan, dor li şervanên HSDyê ye
Rejîma Îranê du ciwanên Kurd li Girtîgeha Qizilhesarê dar ve kirin

Nûçeyên Sereke