🔴Piştî ku Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku dê li Tengava Hurmizê dorpêçê (abluka) bide destpêkirin, di nav du saetan de bihayê petrolê bi awayekî berbiçav bilind bû.
NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) — Bihayê petrolê ku di Şerê Îranê de bi biryara agirbesteke demkî ketibû meyla daketinê, piştî gefên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Tengava Hurmizê dîsa ber bi jor ve hilkişiya.
Di du saetan de ji sedî 8 zêdebûn
Fermandariya Navendî ya DYA’yê ragihand ku ew ê Tengava Hurmizê ya ku ji sedî 20ê herikîna neft û gaza xwezayî ya cîhanê peyda dike, dorpêç bikin. Piştî vê daxuyaniyê hîn du saet derbas nebibûn ku bihayê petrola xav a Amerîkayê ji sedî 8 zêde bû û derket 104.24 dolaran.
Bandora li ser petrola Brent
Ev rageşî bandoreke rasterast li ser petrola Brent ku Tirkiye jî di nav de gelek welat bikar tînin, kir. Bihayê petrola Brent bi zêdebûneke ji sedî 7an gihîşt 102.29 dolaran.
Krîza herî mezin a bazarê
Tengava Hurmizê di aboriya cîhanê de xaleke stratejîk e. Girtina vê tengavê bi temamî, di bazarên petrolê de weke “aksamptiya herî giran a dîrokî” tê nirxandin. Pispor hişyariyê didin ku heke dorpêç berdewam bike, dê krîza enerjiyê li seranserê cîhanê kûrtir bibe.










