Pervîn Buldan: Ocalan Ji Zextên li Ser CHPyê û Îmamoglu Aciz e

Nûçe

🔴Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, derbarê hevdîtinên li Îmraliyê û pêvajoya çareseriyê de agahiyên girîng parve kirin. Buldanê diyar kir ku Abdullah Ocalan ji zextên ser CHPyê dilgiran e û destnîşan kir ku bi derketina yasayên nû re dê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag werin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, di hevpeyvînekê de ji bo T24ê, hûrguliyên girîng ên derbarê “pêvajoya nû” û hevdîtinên li Îmraliyê eşkere kirin. Buldanê da zanîn ku di hevdîtina 27ê Adarê de, cara yekem di navbera heyeta dewletê û Abdullah Ocalan de li ber çavên wan “danûstandineke rasterast” pêk hatiye.

‘Serdema Têkoşîna Çekdarî bi Dawî Bû’

Buldanê bal kişand ser peyamên Ocalan ên derbarê çekberdanê de û got:

“Ocalan bi eşkereyî dibêje ku serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye û PKK qediya ye. Niha serdemeke nû ya têkoşîna siyasî dest pê kiriye.”

Buldanê her wiha destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê, divê di qada hiqûqî de statûya Ocalan wekî “lîstikvanê sereke” an jî “serdanûstandkar” were pênasekirin.

Çav li Rêya Yasaya Nû ye: Demîrtaş û Yuksekdag dê Bên Berdan

Li gorî daxuyaniyên Buldanê, amadekarî ji bo yasayekê têne kirin ku rê li ber vegera endamên PKKyê vedike. Buldanê pêşbînî dike ku ev yasa herî dereng heta meha tîrmehê derkeve. Buldanê got: “Piştî derketina vê yasayê, dê hevserokên me yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag werin berdan. Ocalan dixwaze ew her du di qada siyasî de çalak bin.”

Ocalan û Piştgiriya ji bo CHPyê

Mijareke din a balkêş a daxuyaniyên Buldanê, helwesta Ocalan a li hemberî opozîsyonê bû. Buldanê diyar kir ku Ocalan ji zextên li ser Partiya Gel a Komarî (CHP) û operasyonên li dijî Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu gelekî aciz e. Buldanê anî zimên ku wan ev mijar bi Serokkomar Erdogan re jî parve kiriye, lê Erdogan tenê guhdar kiriye û bersiv nedaye.

Bandora Krîzên Herêmî: Sûriye û Îran

Buldanê derbarê bandora geşedanên herêmî de jî agahî dan û got ku êrişên li ser Helebê (Sûriye) hinekî “fren” daye pêvajoyê. Di derbarê krîza Îranê de jî diyar kir ku Enkara li benda helwesta Kurdên Îranê maye. Buldanê got ku Ocalan li ser vê mijarê peyameke zelal daye: “Kurd êdî nabin şerkerê tu kesî; divê çareseriyê di nav sînorên welatên ku lê dijîn de peyda bikin.”

Di DEM Partiyê de Guhertinên Mezin

Pervîn Buldanê herî dawî ragihand ku nîqaşên ji bo avakirina “partiyeke damezrîner” berdewam dikin. Hat diyarkirin ku dibe ku di bername û peyrewa DEM Partiyê de guhertinên kokdar werin kirin û kongreya mezin jî di meha çiriya pêşîn de pêk were.

Van jî bibîne

 

Zeynep Cansiz çû ser dilovaniya xwe
Piştî biryara dorpêçkirina Hurmizê ya DYA’yê bihayê petrolê zêde bû

Nûçeyên Sereke