NÛPEL – Îro 52 sal di ser darvekirina sembola berxwedana jinên Kurd, Leyla Qasim re derbas dibin. Leyla Qasim ku di 22 saliya xwe de ji aliyê rejîma Baasê ve hat sêdarkirin, bi sekna xwe ya li hemberî zilmê û bi sirûda “Ey Reqîb” a li ber sêdarê, di dîroka azadiya Kurdistanê de weke sembola berxwedanê cihê xwe girt.
Ji Zanîngehê Ber Bi Têkoşînê Ve
Leyla Qasim di sala 1952an de li gundê Bamîlî yê Xaneqînê ji dayik bû. Piştî xwendina li Xaneqînê, li Zanîngeha Bexdayê di Beşa Civaknasiyê de dest bi xwendinê kir. Di salên zanîngehê de, Leyla bi awayekî çalak tev li xebatên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bû û li dijî polîtîkayên rejîma Baasê ya wê demê, dengê xwendekarên Kurd bilind kir.
Têkçûna Peymana 11ê Adarê
Di sala 1970yî de di navbera tevgera Kurd a bi rêberiya Mele Mistefa Barzanî û hikûmeta Iraqê de peymanek hatibû îmzekirin. Her çend di vê peymanê de mafê xweseriyê û fermîbûna zimanê Kurdî hatibû qebûlkirin jî, rejîma Baasê di sala 1974an de ev peyman bi awayekî yekalî betal kir. Li ser vê yekê, li Başûrê Kurdistanê pêleke nû ya berxwedanê dest pê kir.
Girtin û Îşkenceyên Li Ebû Xerîb
Leyla Qasim tevî çar hevalên xwe (Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hama Raşîd û Azad Silêman Mîran) di 28ê Nîsana 1974an de hat girtin. Li girtîgeha navdar a Ebû Xerîbê, tevî hemû îşkenceyên giran jî, Leyla serî neçemand. Tê gotin ku wê di dadgehê de bi serbilindî wiha gotiye:
“Ez dizanim ku bi kuştina min re dê bi hezaran Kurd şiyar bibin. Ez pê serbilind im ku dimirim.”
Bi Kincên Bûkê Ber Bi Sêdarê Ve
Di 12ê Gulana 1974an de, biryara darvekirinê hat cihanîn. Leyla Qasim beriya darvekirinê daxwaz kir ku kincên wê yên herî bedew jê re bên birin da ku “wekî ku diçe dawetê” ber bi sêdarê ve bimeşe. Şahidên wê demê diyar dikin ku wê dema diçû ser sêdarê, sirûda neteweyî “Ey Reqîb” bi dengekî bilind digot.
Mîrateya Leyla Qasim
Darvekirina wê ne tenê bû sedema şîneke neteweyî, lê di heman demê de ruhê berxwedanê di nava gelê Kurd de geş kir. Îro piştî 52 salan, navê Leyla Qasim li ser zarokên Kurd, di helbest, stran û pirtûkan de dijî. Ew wekî pêşenga jina Kurd a di qada siyasî û şoreşgerî de, mîrateyeke mezin a rûmetê li pey xwe hişt.










