Trump: Heke rêkeftina bi Îranê re ne baş be em ê vebijêrka leşkerî bidin pêş

CîhanNûçe

🔴Di demekê de ku dan û standin bi rêya navbeynkaran di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin, serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku welatê wî bi Îranê re nêzîkî îmzekirina rêkeftineke baş bûye. Di heman demê de, Trump destnîşan kir ku “eger ne baş be jî, ew ê careke din vebijêrka leşkerî bide pêş.

Dan û standin bi rêya navbeynkaran di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku welatê wî bi Îranê re nêzîkî îmzekirina rêkeftineke baş bûye.

Donald Trump ji Fox Newsê re anî ziman ku di muzakereyên digel Tehranê de pêşketineke girîng çêbûye û wiha axivî:

“Îranê destpêkê ragihand ku wê çeka nukleerî çêneke, lê belê li ser daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev soza xwe berfireh kiriye.

Êdî Îran dibêje ku ew ê çekên nukleerî çêneke û ne jî bi ti awayî wan bikire.

Bi dîtina min, tiştê ku em dixwazin hêdî ne, lê bi gavên ewle bi dest dixin.

Eger em vê bi ser nexin, dibe ku mijar bi rengekî cuda bi encam bibe.”

Her çendî tê xuyakirin ku her du alî nêzîkî rêkeftinekê ne jî, rayedarên Amerîkî yên agahdar eşkere kirin ku serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyareke nû û dijwartir ji bo dawîanîna li şer ji Tehranê re şandiye.

Di heman demê de, rayedarên din ji Axiosê re gotin ku ev pêşniyara ku Trump ji Îranê re şandiye, bi çarenûsa veguhastina uranyuma dewlemendkirî ya ji hundirê Îranê ve girêdayî ye.

Pezeşkiyan: Îran di demeke hestyar re derbas dibe

Di nava van dan û standinan de û li gorî agahiyên ku tên belavkirin, di nava saziyên Îranê de dabaşbûneke hudirîn heye ku dubendiyên di navbera aliyekî tundrew û aliyekî din ê kêmtir tundrew de, di dan û standinan de heye.

Ev yek teyîsî peyamên rayedarên Îranê jî.

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan têkildarî mijarê dibêje:

Rewşa Îranê pir hestyar e û Îran bi çend pirsgirêkan re rûbirû ye.

Rêveberiya dewleta Îranê divê bi çerxeke sînordar a biryarderan ve neyê sînordarkirin.”

Qlîbaf: Divê em hemû hewldanên parçekirinê vala derxin

Ji aliyê xwe ve, serokê parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf banga pêşîgirtina li zêdebûna nakokî û dubendiyan kir û got:

“Divê em yekîtîyê biparêzin, da ku hewlên parçekirina welêt bişkînin.”

Hêjayî gotinê ye ku her du alî bi hefteyan e bi navbeynkariya Pakistanê dan û standinan dikin, lê hin xal hîn nehatine çareserkirin, bi taybetî çarenûsa uranyuma dewlemendkirî ku tê texmînkirin ku giraniya wê 440 kg be.

Tehran red dike ku wê veguhezîne welatekî sêyem, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di heman demê de Deweltên Yekbûyî yên amerîkyê li ser vê yekê israr dike.

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Rejîma Îranê du ciwanên Kurd li Girtîgeha Qizilhesarê dar ve kirin
Bangawaziya rewşenbiran ji bo konferansê: Demokratîkbûna komarê ji bo me hemûyan pêwîst e

Nûçeyên Sereke