Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê Malovaniyê Ji 10 Hezar Salî Re Dike

AMED (Nûpel)– Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê ku yek ji girîngtirîn navendên dîrokî û çandî ya herêmê ye, bi deh hezaran berhemên ji serdemên cuda yên dîrokê diparêze û deriyên xwe ji serdankeran re vedike.

Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê, di bin banê Midûriyeta Muzeyan a Amedê de wekî yek ji 5 muzeyên bajêr xizmetê dide. Ev muzeya ku di sala 1934’an de hatibû avakirin, wekî yekemîn muzeya bajêr e. Muzeye ku di destpêkê di Medreseya Zincîriyeyê (Sîncariyeyê) ya ji serdema Ertuqiyan de dest bi xebatên xwe kiribû, di sala 1986’an de derbasî avahiya xwe ya li ser Cadeya Xarpêtê bû û di sala 1993’an de bi her awayî ji serdankirinê re hat vekirin. Di sala 2004’an de piştî ku Keleha Navîn (Îçkale) wekî kompleksa muzeyê hat destnîşankirin, muze bar kir daxiliya vê qada dîrokî û piştî xebatên restorasyonê yên li ser 14 avahiyên tescîlkirî, di 25’ê gulanê ya sala 2015’an de bi fermî deriyên xwe bi rûyê mêvanan re vekir.

Ji Serdema Neolîtîk Heta Îro Koka Şaristanîbûnê

Di Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê de ku ji du avahiyên sedsala 19’an pêk tê, berhemên bêhempa yên ku li Amedê û hawirdora wê di encama kolandinên arkeolojîk de hatine dîtin, tên nîşandan. Di muzeyê de berhemên ji serdemên wekî: Serdema Paşîn a Paleolîtîk û Neolîtîk (Heyamên Berî Zayînê bi 10.000 salan), Kalkolîtîk û Hûrî, Asûr, Roma û Bîzans, Xiristiyaniya Destpêkê, Emewî û Ebasî, Selçûqî, Ertuqî, Qaraqoyunî û Aqoyunî, Serdema Osmaniyan tên parastin.

 

Bi taybetî berhemên pir girîng ên ku ji şûnwarên navdar ên mîna Girê Kortikê, Qota Berçem, Tapa Barava, Girê Kerxê, Girê Filla û Keleha Zêrzevanê hatine derxistin, dewlemendiya vê muzeyê nîşan didin. Di muzeyê de ne tenê berhemên arkeolojîk, her wiha zêdetirî 10 hezar berhemên etnografîk û çandî yên herêmî jî cih digirin. Li gorî daneyên dawî, di envantera muzeyê de heta sala 2024’an 36.000 berhemên qeydkirî hene.

Kompleksa Muzeyê ya Mezin û Eleqeya Zêde

Qada muzeyê ya li Keleha Navîn ne tenê ji avahiya arkeolojiyê pêk tê; ev der bi serê xwe komplekseke çandî ya mezin e. Di nav vê kompleksê de ev beşên girîng hene:

• Avahiya Pêşangeha Tematîk û Avahiya Pêşangeha Kronolojîk

• Galeriya Hunerê ya Dêra Saint George

• Muzeya Ataturk

• Kafêya Muzeyê, Girê Amîdayê (Amida Höyük), Kaniya Şêran (Aslanlı Çeşme) û Kembera Ertuqiyan

• Mizgefta Hezretî Silêman

Salên dawî eleqeya geştyar û şêniyên herêmê ya ji bo muzeyê gelek zêde bûye. Li gorî statîstîkan, di sala 2022’an de 68.000 kesan serdana muzeyê kiriye; ev hejmar di sala 2023’an de derketiye 131.000 kesî û ev rekora nû nîşan dide ku Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê di parastin û danasîna mîrata çandî ya Bakurê Kurdistanê de roleke gelekî mezin dileyize.

 

Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Dayîka Aştiyê Saadet Akmanê koça dawiyê kir

Nûçeyên Sereke