Ji 82 Navdarên Xwediyên Xelata Nobelê Banga ‘Mafê Hêviyê’ ji bo Konseya Ewropayê

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – 82 kesên ku xelata Nobelê wergirtine, di banga xwe ya nû de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxwaz kirin ku ji bo sepandina “mafê hêviyê” ya li ser Abdullah Ocalan gavên berbiçav bên avêtin.

82 navdarên xwediyên xelata Nobelê, nameyeke nû ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin. Di nameyê de hat xwestin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014’an a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê û di warê cezayên muebeda girankirî de “mafê hêviyê” bê misogerkirin.

Aktorê Sereke yê Pêvajoyê

Xwediyên xelata Nobelê di nameya xwe ya dawî de destnîşan kirin ku Abdullah Ocalan yek ji destpêkerên bingehîn ên pêvajoya aştiyê ya heyî ya li Tirkiyeyê ye. Di nameyê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo erdnîgariya berfireh a Rojhilata Navîn jî dengekî girîng ê aştiyê ye.

Di serdemeke ku şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibin de, hat destnîşankirin ku helwesta bi biryar a Abdullah Ocalan a li ser diyalog û çareseriya demokratîk roleke avaker lîstiye. Navdarên xwediyên Nobelê diyar kirin ku ev nêzîkatî civak û rêxistinên Kurd ber bi rêyên çareseriya aştiyane ve biriye.

Di nameyê de hat diyarkirin ku bandora Abdullah Ocalan ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûye û li herêmên Kurdan ên li Sûriye û Îranê jî prensîbên kêmkirina rageşiyê, bihêzkirina tevlîbûna demokratîk û çareseriya siyasî bandor kirine.

Gavên ku Kurdan Avêtine

Xwediyên xelata Nobelê bal kişandin ser geşedanên berbiçav ên ku di sala dawî de rû dane. Di nameyê de agirbesta yekalî ya ku PKK’ê di sala 2025’an de ragihandibû, guhertinên rêxistinî yên li pey wê û gavên ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî hatin bîra mirov de.

Di nameyê de hat diyarkirin ku ev geşedan vîna berfireh a ber bi aştî û bi hev re jiyanê nîşan didin û hat teqezkirin ku gavên navborî bi prensîbên ku Xelata Aşitiyê ya Nobelê li ser hatiye avakirin re hevaheng in.

Kesên xwedî xelata Nobelê qala geşedanên saziyî yên li Tirkiyeyê jî kirin. Hat destnîşankirin ku têkiliya rasterast a “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ya ku di bin banê Meclîsa Tirkiyeyê de hatiye avakirin bi Abdullah Ocalan re, geşedaneke girîng e.

Tevî vê yekê, di nameyê de hişyarî hat dayîn ku çarçoveya heyî ya “têkoşîna li dijî terorê” li pêşiya pêvajoyeke watedar a diyalog û lihevkirina civakî wekî astengî berdewam dike.

Banga Gava Berbiçav ji bo ‘Mafê Hêviyê’

Xwediyên xelata Nobelê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin ku ji bo pêkanîna biryara DMME’yê ya sala 2014’an gavên berbiçav bavêje. Di nameyê de hat diyarkirin ku sepandina “mafê hêviyê” ya girêdayî cezayên muebeda girankirî, ji bo ronîkirina statuya hiqûqî ya Abdullah Ocalan û ji bo tevlîbûna wî ya watedar di pêvajoya aştiyê de gaveke bingehîn e.

Her wiha di nameyê de hat xwestin ku Abdullah Ocalan bê berdan û derfet jê re bê afirandin ku bi rengekî tam, bêsînor û azad beşdarî hewldanên aştiyê yên berdewam bibe.

Zanyar û navdarên Nobelê diyar kirin ku tevlîbûna berdewam û bihêz a civaka navdewletî di vê pêvajoyê de, ji bo piştgirîkirina pêşveçûna demokratîk û pûçkirina destwerdanên wan aktorên ku dixwazin pêvajoya çareseriya aştiyane sabote bikin, xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Name bi van gotinan bi dawî bû:

“Di vê kêliya krîtîk de, pêdiviya cîhanê bi lezgînî bi rêberên girêdayî aştiyê heye.”

Ev bang, bû banga sêyemîn a ku navdarên xwediyên xelata Nobelê di nav sê salên dawî de ji Komîteya Wezîran re dikin. Di nameyên berê de jî bal hatibû kişandin ser şert û mercên giran ên tecrîda li ser Abdullah Ocalan, piştgirî ji “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re hatibû dayîn û hatibû xwestin ku mafên wî yên hiqûqî, di nav de “mafê hêviyê” jî, bên naskirin.

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

10’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li dar dikeve
Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

Nûçeyên Sereke