Li Bazîdê Di Doza Kuştina Jinekê De Biryara Skandal: ‘Daxistina Tehrîkê’ Hat Dayîn

JinNûçe

AGIRÎ (Nûpel) – Di doza kuştina Cansever Sucu de, tevî şerha serokê dadgehê jî, heyeta dadgehê bi hinceta “tehrîka neheq” û “rewşa baş” cezayê kujer Bayram Sucu ji muebeta giran daxist 20 salan.

Li navçeya Bazîda Agiriyê, doza derbarê kujer Bayram Sucu de ku hevjîna xwe Cansever Sucu qetil kiribû, li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Bazîdê bi encam bû. Di danişîna biryarê de parêzerên Komeleya Hiquqnasên ji bo Azadiyê (ÖHD), Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Şaxa ÎHD’ê ya Agiriyê û malbata Canseverê amade bûn.

Cezayê Muebetê Bi Daxistinan Bû 20 Sal

Kujer Bayram Sucu ku ji girtîgeha Erzurumê bi pergala SEGBİS’ê tevlî danişînê bû, bi rêya parêzerên xwe îdîa kir ku “hatiye xapandin” û daxwaza daxistina cezayî kir. Heyeta dadgehê, her çend di destpêkê de ji ber sûcê “bi zanebûn kuştina hevjînê” cezayê muebeta giran da kujer jî, paşê bi hinceta “tehrîka neheq” û “halê baş” ev ceza daxist 20 salan.

Serokê Dadgehê Şerh Da Ser Biryarê

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Dadgehê li dijî vê biryarê derket û şerha muxalefetê nivîsî. Serokê Dadgehê di şerha xwe de destnîşan kir ku îdîayên kujer ên derbarê “xapandinê” de ne li ser bingeha tu delîlên şonkret in. Her wiha serok diyar kir ku kujer biryara “dûrxistinê” binpê kiriye û çûye cem maktûlê, lewma daxistina tehrîkê ne hiqûqî ye.

Malbat û Parêzer Dê Serî Li Dadgeha Îstînafê Bidin

Parêzerên malbata Sucu, piştî danişînê bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku ev biryar berdewamiya “polîtîkaya bêcezahiştinê” ye û cesaretê dide kujeran. Malbatê ragihand ku ew ê vê biryara “daxistina tehrîkê” qebûl nekin û ji bo kujer cezayê herî giran bigire, dê dozê bibin Dadgeha Îstînafê.

Çi Qewimîbû?

Cansever Sucu (24), ku di 14 saliya xwe de hatibû zewicandin û bi salan rastî şîdeta sîstematîk hatibû, di 13’ê Adara 2025’an de, tenê 3 roj piştî ku doza berdanê vekiribû, ji aliyê Bayram Sucu ve hatibû qetilkirin.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Rûsya Karmendên Xwe Ji Santrala Bûşehrê Vekişandin: Metirsiya Karesatê Zêde Dibibe
Îran: Ji bo Diyalogê Şertê Me ‘Lojîk’ e, Tiliya Me li Ser Tetikê ye

Nûçeyên Sereke