NÛPEL – Bi beşdariya gelek saziyên Dersîmê û gelê herêmê, ya sêyemîn a “Nobeta Doza Xwezayê û Jiyanê” li dijî tunekirina qadên jiyanê yên xwezayî yên Mûzirî, li Geliyê Havaçor hate lidarxistin.
Li erdnîgariya Mûzirî, li dijî êrîşên li ser qadên jiyanê yên xwezayî yên wekî projeyên maden û enerjiyê, berteka gelê herêmê mezin dibe. Dostên Mûzirî yên ku li dijî veguhestina xwezayê bo metayekî bazirganî û talankirinê radiwestin, vê carê ji bo “Nobeta Doza Xwezayê û Jiyanê” li Geliyê Havaçor civiyan.
“BÊ HIŞ BI KOKAN TÊNE JÊKIRIN Û TINEKIRIN”
Çilem Hayiroglu bi navê Komeleya Gundê Havaçor metna hevpar pêşkêşî raya giştî kir û bal kişand ser metirsiya cidî ya li ser cihêrengiya nebatên herêmê. Wê got ku bi taybetî di deh salên dawî de; nebatên kevnar ên herêmê yên wekî ışkın, çiriş, aygülü, kivark, kekik û sumak, bi awayekî bêhiş û ji bo qazanca bazirganî bi kokan tên jêkirin û tên tune kirin. Hayiroglu wiha got:
“Berê li kêleka malên gundan belav bûn, li ser sifrên me tam didan û li xwezaya me bedewî didan, ev dewlemendî îro li serê çiyayên herî bilind jî zehmet tê dîtin. Van nebatan di nav çend deqeyan de tune kirin mimkûn e, lê ji bo li erdnîgariyekê hebin bi sedsalan pêwîst e.”
“EM JI BO QEDEXEYÊ NEBÛNE, JI BO BIJÎN HATINE”
Hayıroğlu diyar kir ku armanca wan a destpêkirina vê nobetê ne danîna qedexeyekê ye, lê parastina qadên jiyanê yên van nebatan li dijî talankirina bazirganî ye. “Em ji bo hiştina vê mîrasê ji bo nifşên pêşerojê li vir in,” got Hayiroglu û bang li hemû dostên Mûzirî kir ku xwedî li qadên jiyanê derkevin û hevgirtinê mezin bikin.
Nobeta Doza Xwezayê û Jiyanê ya ku tê plankirin ku mehekê bidome, bi îradeya hevpar a Komeleya Hawirdorê ya Mûzirî, Federasyona Komeleyên Dersîmê, Navenda Lêkolînên Dersîmê û gelek komeleyên gundan ên herêmê tê meşandin. Çalakvanên ku bi dirûşma “Destên li Mûzirî dirêj dibin dê bên şikandin” tevdigerin, diyar kirin ku ew di nava hevgirtinê de ne bi têkoşînên li Pilemoriye, Xozat, Pêrtag û Melkisiyê
Nobeta ku bi bangewaza “Bibe mertal li hemberî êrîşên li ser qadên jiyanê me!” dest pê kir, careke din biryara parastina paşeroja Mûzirî nîşan da.
Çavkanî: Pîrha










