NÛPEL – Parlamentera Kurd a parêzgeha Hesekê (Hesîçe), Fesla Yûsifê ragihand ku ew ê bi cilên Kurdî biçe Parlamentoya Sûriyeyê û sonda xwe ya parlamenteriyê bi her du zimanên Kurdî û Erebî bixwe.
Fesla Yûsif bû mêvana Rûdawê û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da. Wê di bernameyê de li ser armancên xwe yên li parlamentoyê û rewşa Kurdan a di hilbijartinan de daxuyanî dan.
Armanca sereke mafên Kurdan in
Fesla Yûsifê li ser pirsa derbarê armanca xwe ya yekem a li parlamentoyê de destnîşan kir ku daxwaza wê ya sereke misogerkirina mafên gelê Kurd e. Wê anî zimên ku ew ê çi Kurd, çi Ereb û çi jî Suryanî bin, wekî nûnera hemû pêkhateyên Sûriyeyê bixebite û diyar kir ku divê hemû welatî bigihîjin mafên xwe.
Sondxwarin û cilên Kurdî
Dilbixwîn Dara li ser zimanê sondxwarinê û cilûbergan pirsî; Fesla Yûsifê eşkere kir ku ew ê sonda xwe hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi zimanê Erebî bixwe. Her wiha wê da zanîn ku ew ê di roja yekem a rûniştina parlamentoyê de bi cilûbergên resen ên Kurdî amade bibe.
Çavkanî: Rûdaw










