Kurê Waliyê Berê Tuncay Sonel Hat Girtin!

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulistan Doku de geşedaneke girîng çêbû. Mustafa Turkay Sonel, kurê waliyê wê demê Tuncay Sonel û parastvanê wî yê nêz Şukru Eroglu hatin girtin.

Mustafa Turkay Sonel û parastvanê wî Şukru Eroglu ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibûn desteserkerin, piştî qedandina îfadeyên li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Bi Sûcdariya ‘Kuştina Qestî’ Hatin Girtin

Sonel û Eroglu derketin pêşberî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar. Piştî darizandinê, dadgehê bi sûcdariya “kuştina qestî” biryara girtina Mustafa Turkay Sonel û Şukru Eroglu da. Piştî biryarê, her du girtî birin girtîgehê.

Lêpirsîna derbarê dozê de bi berfirehî berdewam dike.

Van jî bibîne

 

Li Amûdê Cejna Çarşema Serê Nîsanê Bi Kêfxweşî Hat Pîrozkirin
Îran: Ji bo Danûstandinên bi Amerîkayê re Dîrok Nayê Diyarkirin

Nûçeyên Sereke