Îranê Mîhrabê Kurd Daleqand: Pêşî Şkence û Mikurhatinên bi Darê Zorê, Paşê Îdam

Nûçe

NÛPEL – Girtiyê Kurd Mîhrab Ebdulahzadeyê ku ji aliyê Îranê ve hat îdamkirin, di peywendiyeke telefonî de eşkere kiriye ku wî di bin zextê de tawaneke ku nekiriye qebûl kiriye. Ev peywendiya telefonî piştî ku Ebdulahzade îro hat îdamkirin, ji aliyê rêxistineke mafên mirovan ve hat belavkirin.

Mîhrab Ebdulahzade, îro serê sibehê li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hat îdamkirin. Ew bi wê yekê dihat tohmetbarkirin ku di dema xwenîşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” yên sala 2022yan de beşdarî kuştina efserekî paramîlîter ê Îranê bûye, lê wî ev îdia red dikir.

“Em dizanin te nekiriye”

Ebdulahzadeyê 28 salî, di peywendiyeke telefonî de bi Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ya li Fransayê re axiviye û kopyeyek ji vê axaftinê gihîştiye destê Rûdawê. Ebdulahzade di axaftina xwe de dibêje ku efserekî îstixbarata Îranê di dema lêpirsînê de jê re gotiye: “Ji ber ku tu naxwazî bi me re bixebitî, divê tu tiştekî li xwe bigirî.”

Ebdulahzade diyar kiriye ku wî efserî jê re gotiye, “Em dizanin ku te ev yek nekiriye” û destnîşan kiriye ku ew hatiye neçarkirin sê rûpelên îtirafan îmze bike.

Girtiyê Kurd ê ku hat îdamkirin, li Urmiyeyê xwediyê kuaforekê bû. Ew di Çiriya Pêşîn a 2022yan de, mehekê piştî destpêkirina xwenîşandanên li dijî hikûmetê hatibû girtin. Ebdulahzade piştre ji bo navendeke desteserkirinê ya Supaya Pasdaran a Îranê hat veguhastin. Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ew bi kuştina endamekî Basîcê (komeke paramîlîter a xwebexş ku wekî baskekî Supaya Pasdaran dixebite) hatibû tawanbarkirin.

“Şkenceya Derûnî û Fîzîkî”

Ebdulahzade di peywendiya telefonî de aniye zimên ku wî “ji aliyê derûnî û fîzîkî ve” şkence dîtiye. Her wiha daye zanîn ku ew bi tohmeta “Fesad fîl Erz” (li ser rûyê erdê belavkirina xerabiyê) hatibû tawanbarkirin; ev tohmetek e ku rayedarên Îranê gelek caran di dozên ku cezayê îdamê li pey wan e de bi kar tînin. Wî gotiye: “[Wan ji min re digot] ‘Divê tu bibî zilamê me’ û israr dikirin ku ez navên hinek kesên din bidim wan.”

“Malbata Qurbanî Jî Dizane Ez Bêguneh im”

Ebdulahzade di axaftina xwe de destnîşan kiriye ku ew di dîmenên kuştina endamê Basîcê de xuya nake û gotiye: “Malbata qurbaniyê jî dizane ku ez bêguneh im.”

Mîhrab Ebdulahzade roja pêncşemê ligel du girtiyên din ên siyasî, Nasir Bekrzade û Yequb Kerîmpûr, ji bo hucreya yekkesî hatibû veguhastin. Ew her du girtî jî roja şemiyê hatibûn îdamkirin.

Pêla Îdaman a li Îranê

Îranê ji 28ê Sibata 2026an ve (dema ku rageşiya bi Amerîka û Îsraîlê re dest pê kiriye) cezayên îdamê zêdetir kirine. Hefteya borî Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku ji destpêka vê pêvajoyê ve 21 îdam pêk hatine û zêdetirî 4 hezar kes jî hatine desteserkirin.

Kesên ku di xwenîşandanên 2022yan, yên Kanûna Paşîn a 2026an û di dema şerê sala 2025an de hatine girtin, bi pêvajoyeke bilez û bi tohmetên wekî “sîxurî” û “hevkariya bi dijmin re” tên darizandin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) roja înê di daxuyaniyekê de hişyarî da:

“Dema ku rayedarên Îranê ji bo tirsê belav bikin îdamên kêfî yên mixalifên siyasî û xwenîşanderan zêde dikin, divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne.”

Çavkanî: Rûdaw

Çîrokên 3 ciwanên Urmiyeyî yên ku Îranê ew îdam kirine
Li Dîlok û Bajarên Derdorê Bahoz û Barana Dijwar: Ban Firiyan û Dar Hilweşiyan

Nûçeyên Sereke