Li Sûriyeyê Kî Elewiyan Dike Hedef?

Nûçe

NÛPEL – Li Sûriyeyê li ser medyaya civakî bangên ji bo boykotkirina Elewiyan di warên bazirganî, civakî û kesane de nîqaşên germ û karvedanên cuda derxistine holê. Li hemberî zêdebûna gotara nefretê û cudakariyê, gelek çalakvan hişyariyan didin û bang li xelkê dikin ku van kampanyayan rawestînin. Li aliyê din, hikûmeta Sûriyeyê dibêje ku ew her cure cudakariyê red dike.

Hashtaga #Ez_ne_dar_im

Di çarçoveya nîqaşên li ser banga boykotê de, hashtaga #Ez_ne_dar_im (#لست_شجرة) di cîhana dîjîtal de deng veda. Nêrînên li ser vê hashtagê bûn du beş: hinek piştgiriyê didinê û hinek jî li dijî wê ne. Rexneger dibêjin ku ev hashtag ji bo rewakirina gotara nefretê tê bikaranîn.

Ev hashtag bi eslê xwe girêdayî gotineke navdar a fîlozofê geşepêdana kesane Jim Rohn e ku dibêje:

“Eger tu ji cihê ku tu lê yî hez nakî, xwe biguherîne; tu ne dar î.”

Her çend ev gotin bi gelemperî ji bo teşwîqkirina guherîn û tevgerekê were bikaranîn jî, çalakvanên Sûriyeyî diyar dikin ku di şert û mercên welatê wan de wateya wê hatiye guhartin; êdî ji teşwîqkirina guherînê derketiye û bûye nîşana qutbûna civakî û aborî.

“Bi Elewiyan re Hevaltiyê Nekin”

Di heman demê de, li ser medyaya civakî hinek postên tûj ên wekî “Bi Elewiyan re hevaltiyê nekin” û “Wan boykot bikin” hatin belavkirin. Di van bangan de hat xwestin ku hinek berhem û xizmetên taybet jî werin boykotkirin. Wekî mînak; belavkirina peyama “Meteyê (giyayekî wekî çayê ye) ji Elewiyekî nekirin”, ji aliyê rexnegiran ve wekî teşwîqkirina eşkere ya nefretê hat dîtin.

“Ev Cezayekî Bikom e”

Çalakvanê siyasî Mazen Mihemed ê ku bi xwe Elewiyekî ji bajarê Cebleya li ser peravê ye, ev kampanya wekî “nijadperestî” û “cezayekî bikom” pênase kir.

Mazen Mihemed li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand:

“Ev kampanya berdewamiya hinek kiryarên berê yên wekî ‘derxistina ji ser kar a bi awayekî neheq’ û ‘kuştina li ser nasnameyê’ ye ku li dijî pêkhateyekê tê rêkxistin.”

Mihemed rexne li kêmbûna hewldanên qanûnî û civakî girt û daxwaz kir ku pêvajoyeke dadmendiyê ji bo hemû qurbaniyên şerê Sûriyeyê —ji kîjan pêkhateyê bin bila bibin— dest pê bike.

Daxuyaniya Hevpar a li Dijî Nefretê

Komeke Sûriyeyiyên ji pêkhateyên cuda, daxuyaniyeke hevpar belav kir û tê de gotara nefretê û cudakarî red kir. Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Em ji zêdebûna xetereya gotara nefretê û teşwîqkirina mezhebî ya ku van demên dawî li Sûriyeyê derketiye gelekî xemgîn in.”

Îmzakeran tekez kir ku nabe berpirsyariya kiryarên kesan bixin stûyê tevahiya pêkhateyekê. Wan da zanîn ku astengkirina mafên bingehîn ên welatiyan ji ber nasnameya wan, li dijî prensîbên edaletê, welatîbûnê, mafên mirov û bihevrejiyanê ye.

“Bingeha Nefretê Rejîma Esed Avêtiye”

Siyasetmedarê Kurd Cemîl Hesen, wekî yek ji îmzakerên daxuyaniya hevpar ji Rûdawê re diyar kir ku bingeha gotara nefretê û cudakariyê di dema rejîma Beşar Esed de hatiye avêtin. Bi gotina wî, armanca rejîmê ji vê dabeşkirinê kontrolkirina hemû pêkhateyan bû û şerê 14 salan ev dabeşbûn hîn kûrtir kiriye. Hesen destnîşan kir ku eger wekhevî di pratîkê de di saziyên dewletê de neyê pêkanîn, her axaftineke li ser “welatîbûna wekhev” dê bêwate bimîne.

Hişyariyên li Dijî Encamên Civakî

Her çi qas piraniya rûpelên ku vê kampanyayê belav dikin ji aliyê hesabên nenas (anonîm) ve werin birêvebirin jî, gelek çalakvanên Sûriyeyî nerazîbûneke tund nîşan didin. Di nav wan de, çalakvan Eyad Şerbejî yê ji Şamê li ser Facebookê du wêne belav kirin; yek peyamên piştgiriya boykotê vedihewîne, yê din jî peyameke li dijî nefretê ye da ku ev arezuya tolhildanê derbasî nifşên nû nebe. Şerbejî anî zimên: “Divê her kes hilbijêre bê ka dixwaze kîjan peyamê ji nifşên paşerojê re bihêle.”

Hikûmeta Sûriyeyê Cudakariyê Red Dike

Ji Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê Omer Hac Ehmed li ser mijarê axivî û got:

“Hikûmet her cure cudakarî yan îstîsnayeke li ser bingeha mezhebî, olî, etnîkî yan herêmî red dike. Hemû welatî xwedî heman mafan in.”

Ev pêşhat di demekê de ne ku nîqaşên li ser sînorên azadiya derbirînê û gotara nefretê ya li Sûriyeyê hîn jî li ser medyaya civakî berdewam dikin.

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Li Şirnex û Mêrdînê li dijî darvekirinên rejîma Îranê çalakî
Li Peyasê “Şahiya Veguherîna Ekolojîk” Hat Lidarxistin

Nûçeyên Sereke