Li Dîlok û Bajarên Derdorê Bahoz û Barana Dijwar: Ban Firiyan û Dar Hilweşiyan

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li bajarê Dîlokê barana zêde û bayê tund jiyan rawestand. Ji ber bahozê banên hinek avahiyan firiyan, dar ji kokê ve hilweşiyan û di veguhastinê de pirsgirêkên mezin derketin.

Li Dîlokê piştî nîvro baraneke bi xurtî dest pê kir û veguherî karesatê. Ji ber avê ku li kolan û kûçeyan kombû, şofêr di çûnûhatinê de asê man û welatî neçar man xwe li rawestgehan biparêzin.

Li Navenda TOHM’ê 3 Kes Birîndar Bûn

Bandora bahozê li ser avahiyan jî giran bû. Li hinek herêman ji ber bayê tund banên xaniyan firiyan. Hat ragihandin ku li Navenda Amadekariya Olîmpîk a Tirkiyeyê (TOHM), banê avahiyê li ser mirovan de firiye û di encamê de 3 kes birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hişyariya ji Bo Newala Allebenê

Parêzgariya Dîlokê derbarê rewşê de daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser metirsiya lehiyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser Newala Allebenê cih bi cih av rabûye û wiha hat gotin:

“Ji bo welatiyên me bi tiştekî neyên, divê heta herikîna avê asayî bibe, ji derdora Newala Allebenê û cihên ku herikîna avê lê zêde ye dûr bisekinin.”

Kilîs û Riha jî di bin Bandora Baranê de ne

Her weha li bajarê Kîlîsê û navçeya wê Girê Miradê jî barana zêde bû sedema astengiyan. Welatiyên ku bê amadekarî li derve bûn, xwe spartin dikan û rawestgehan.

Li Rihayê jî êvarê baranê bandora xwe zêde kir. Di serî de şofêr û peya, hemû welatî ji ber gola avê ya li ser rêyan di zehmetiyê de man. Li her sê bajaran jî xebatên şaredariyan yên ji bo valakirina avê û paqijkirina rêyan berdewam dikin.

Îranê Mîhrabê Kurd Daleqand: Pêşî Şkence û Mikurhatinên bi Darê Zorê, Paşê Îdam
Di 89’emîn Salvegera Komkujiya Dersîmê de Panela Hevrûbûna Dîrokî û Civakî

Nûçeyên Sereke