NÛPEL – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersîmê, bi boneya salvegera Komkujiya Dersîmê ya 4’ê Gulanê, bi sernavê “Ji Osmanî heta Komarê Dersîm: Dîrok, Siyasat, Jiyan” paneleke berfireh li dar xist. Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir; tê de pêvajoya dîrokî, travmayên civakî û polîtîkayên asîmîlasyonê yên rojane hatin nirxandin.
Lêkolîner-nivîskar Nesîmî ADAY ku moderatoriya panelê dikir, di axaftina vekirinê de bal kişand ser paşxaneya dîrokî ya seferên leşkerî yên li ser Dersîmê û pêvajoyên amadekariyê yên dewletê yên di riya komkujiyê de.
Doçent Dr. Yalçin ÇAKMAK jî behsa stratejiya “parçe bike û birêve bibe” kir ku Dewleta Osmanî ji sedsala 16’an û pê ve li ser eşîrên herêmê sepandiye. Çakmak destnîşan kir ku Dersîm ji aliyê burokrasîya Osmanî ve wekî “cihekî ku sefer lê heye lê serkeftin lê nîn e” dihat dîtin û wiha got:
“Ji Osmanî heta Komarê, Dersîm her tim wekî ‘cihekî ku divê otorîteya fermî lê were avakirin’ hat kodkirin. Kuştina kurê Sey Rîza ya di sala 1933’an de û bûyerên piştî wê, encama polîtîkaya dewletê ya berberîkirina eşîran bû. Bi avakirina Komarê re, ev nêrîn bi siyaseta înkar û îmhayê berdewam kir.”
“TRAVMAYA NAVBERA NIFŞAN Û WINDAKIRINA EWLEHIYA ONTOLOJÎK”
Prof. Dr. Gulnaz KARATAY di axaftina xwe de bandorên wêranker ên komkujiyê yên li ser tenduristiya derûnî ya civakê bi têgeha “travmayê” nirxand. Karatay diyar kir ku gelê Dersîmê her deh salan carekê bi travmayeke nû re rû bi rû dimîne û destnîşan kir ku polîtîkayên ewlehiyê û xerabkirina ekolojîk dibe sedema “stresa kronîk”:
“Zextên ku tên jiyîn pirsên ‘Ez kî me, ez ji kuderê hatim?’ bi xwe re tîne û ev jî dibe sedema windakirina ewlehiya ontolojîk. Lêkolînên hatine kirin nîşan didin ku sê nifşên cuda jî dewletê wekî ‘heman avahiya zordar’ dibînin. Ev ax hem qada travmayê ye hem jî cihê şifayê ye. Lêbelê, rewşa her tim li ser piyan bûn û di nava tirsê de bûn, koçberiyê gur dike.”
“TEPKÎ JI BO SEROKATIYA CEMXANEYAN: DIVÊ HESABPIRSÎN JI ZIMANÊ DAYIKÊ DEST PÊ BIKE”
Hevserokê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê (AABK) Huseyin MAT parast ku baweriya Elewîtiyê di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê serdestan ve wekî gefekê hatiye dîtin. Mat “Lûtkeya Dedeyan” a ku ji aliyê Serokatiya Cemxaneyan a ser bi Wezareta Çand û Turîzmê ve di 4’ê Gulanê de hatibû organîzekirin rexne kir û ev îfade bikar anîn:
“Gava em canên xwe yên hatine qetilkirin bi bîr tînin, hinek di heman dîrokê de bazariya ‘meaşê ji bo dedeyan’ dikin. nayê qebûlkirin ku hin cemxaneyên li Dêrsimê mîna qereqolên dewletê tevbigerin. Hevrûbûneke rastîn divê bi vê pergalê dest pê bike ku zarokên me nikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin.”
Di dawiya panelê de, bang hat kirin ku tevî mafên destûrî jî astengiyên li pêşiya azadiya rêxistinbûna Elewiyan werin rakirin û ji bo parastina nirxên baweriyê têkoşîneke hevpar were meşandin.
Çavkanî: Pîrha










