Li Meletiyê Otobusa Rêwiyan Qulipî: 4 Kes Mirin, 15 Kes Birîndar Bûn

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li navçeya Wêranşar a Meletiyê, otobuseke rêwiyan ji rê derket û qulîpî şarampolê. Di encama qezaya dijwar de li gorî agahiyên destpêkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçêyên hatine belavkirin, otobusa fîrmaya “Muş Yolu Turizm”ê ya bi plakaya 34 FB 5349 ku nasnameya şofêrê wê hîna nehatiye diyarkirin, li ser rêbejaya Meletî-Semsûrê, li nêzî taxa Polatdereyê ji kontrolê derket û qelibî şarampolê.

Piştî agahdarkirinê, hejmareke zêde tîmên tenduristiyê, polîs, cendirme û îtfaiye sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên rizgarkirinê mudaxele li rêwiyên di bin otobusê de mayî kirin.

Di encama lêkolînên pêşîn de hat tespîtkirin ku di qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne. Birîndar bi ambulansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê û hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê qezayê de berdewam dike.

Di 89’emîn Salvegera Komkujiya Dersîmê de Panela Hevrûbûna Dîrokî û Civakî
Li Amedê Ji Bo Pirtûka Leylana Sidîq Panelek Hat Lidarxistin

Nûçeyên Sereke