AMED (Nûpel) – Şaredariya Peyasê dê mazûvaniya gelek çalakiyên hûnerî bike. Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê û Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî yên Şaredariyê bi hevkariya Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir in, hevdîtinên ku bi şîara “Bi Ciwanên Azad Ber Bi Siberoja Azad Ve” li dar dixin û bi armanca spor, çand, hevgirtin û jiyana hevpar bi hev re mezin bikin, ciwan tên gel hev. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar bi boneya 1’emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê Yên Peyasê vîdyoyek weşandin û bang li gelê Amedê kirin ku beşdarî hevdîtinan bibin.
1’emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê ku bi hevkariya Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir in tên organîzekirin, dê di 12-13-14ê Hezîranê de li Parka 75an ya li Peyasê bên lidarxistin. Di vê kombûna sê rojan de gelek çalakiyên cihêreng û hûnerî digire nava xwe. Roja ewil dê bi konserên Kasim Taşdogan, Eylul Nazlier, Simyager, Dengbêj Hediye û Dengbêj Berken Zer dest pê bikin. Di sê rojên din de bi armanaca hevgirtinê û hêviyê bi hev re mezin bikin wê panel, kargeh, çalakiyên cihêreng, lîstikên gelêrî û çandî pêk bên.
Bernameya 1’emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê ya 3 rojan wiha ye:
Roja 1emîn
16.00 – 19.00
-Pêşwaziya Beşdaran
-Bicihkirina Beşdaran
-Şîv
21.00 -23.00
-Konsera vekirinê
Cih: Parka 75an ya Peyasê
Roja 2yem
08.30-10.30
-Rojbaş
-Spora serê sibê
-Taştê
11.00 – 13.00
-Panela Ekolojîyê
-Jineolojî
13:00 – 14:00
-Xurînî, çay, qehwe
-Hevpeyvînên kurt bi ciwanên beşdar re
14:30-16:30
-Panel (parvekirina serpêhatiyan)
17.30-20.00
-Xebatên Sporê
Voleybola Plajê
-Futbol
-Basketbol
-Stasyonên fitnessê yên biçûk
Lîstikên Kevneşopî yên Kurdî
-Kewirê Qûwetê
-Gog
Sêgav
-Dar Qitikê
20.00 – 20.30
-Şîva êvarê
20.30 – 21.30
-Navber
21.30 – 23.30
Konsera ku êvarê ji aliyê ciwanan ve bête dayîn
Roja 3yemîn
08.30-10.30
-Rojbaş
-Spora Serê Sibê
-Taştê, li Navenda Çandê ya Amargî
10.30-12.30
Meşek li nav Baxçeyên Hevsêlê
13.00
Xatirxwestin











