Zaxo: Gera 4ê ya Festîvala Şel û Şepikan dest pe kir

Gera 4ê ya Festîvala Şel û Şepikan li Zaxoyê dest bi çalakiyên xwe dike.

Gera Çarê ya Festîvala Zaxoyê ya Şel û Şapik û Kincên Kurdî îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) bi amadebûna Serokê PDK Mesûd Barzanî dest bi çalakiyên xwe kir.

Ev festîval tevî nîşandana reng û awayên cihêreng ên kincên Kurdî, gelek panêlên taybet bi pişkdariya dîzayneran û kesên şareza vedigire.

Li gorî bernameya festîvalê, di her du rojên karên xwe de (10 û 11ê Hezîranê) gelek çalakiyên cuda cuda birêve diçin. Hevdem Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê jî ji destpêka festîvalê heta dawiyê dê romaleka taybet hebe û tevahiya kar û çalakiyan bi rêya şaşe, malper û medyaya civakî ya Kurdistan24ê de veguhêze.

/K24/

Van jî bibîne

 

1’emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê Yên Peyasê dest pê dike
Ramanwerê navdar ê Swîsreyî Jean Ziegler jiyana xwe ji dest da

Nûçeyên Sereke