Îran: Amerîkayê agirbest bin pê kir

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Wezareta Karên Derve ya Îranê, ji ajansa fermî ya IRNA’yê re axivî û bi daxuyaniyeke tund êrişên hewayî yên artêşa Amerîkayê yên li ser xaka xwe şermezar kirin û ragihand ku Washingtonê peymana agirbestê ya meha nîsanê bi temamî “bêwate” kiriye. Tehranê her wiha hişyariyeke tund da welatên herêmê ku rênedidên xaka wan li dijî Îranê were bikaranîn.

“Êriş binpêkirina serweriya xaka me ye”

Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrişên şeva borî û berê sibeha îro yên artêşa Amerîkayê, “destdirêjiyeke berfireh” e. Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Ev êriş binpêkirina eşkere ya peymannameya Neteweyên Yekbûyî (NY) û serweriya xaka Îranê ne. Bi van êrişan re peymana agirbestê ya 8’ê Nîsana 2026’an bi temamî girîngî û wateya xwe winda kiriye.”

Îranê di daxuyaniya xwe de artêşa Amerîkayê wekî “artêşeke terorîst” bi nav kir û tekez kir ku mafê wan ê rewa yê xweparastinê heye ku çavkanî û baregehên van êrişan ji holê rakin.

Hişyarî da welatên cîran

Tehranê peyamekî rênasî û hişyarkirinê jî şand ji welatên cîran û daxuyand ku divê rê nedin xak û asîmanên wan ji bo êrişkirina li ser Îranê bên bikaranîn. Îranê hişyarî da ku eger welatên cîran alîkariya artêşa Amerîkayê bikin, dê “wekî aliyekî destdirêjker miamele bi wan re were kirin.”

Rexne li Neteweyên Yekbûyî

Di daxuyaniyê de Konseya Ewlehiyê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bûn armanca rexneyên tund. Îranê diyar kir ku bêdengî û helwestên “nezelal” ên NY’yê li hemberî Amerîka û Îsraîlê, rê li ber binpêkirinên zêdetir vedike û cîhanê ber bi alozî û nearamiyeke mezintir ve dibe.

Çi qewimîbû?

Aloziyên dawî yên di navbera her du welatan de piştî wê yekê gorr bûn ku Îranê helîkoptereke şer a Amerîkayê ya ji cureyê Apache xist xwarê. Li ser vê yekê Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa tolhildanê xwar û artêşa Amerîkayê dest bi zincîreyek êrişên li ser xaka Îranê kir.

Li aliyê din, Artêş û Supaya Pasdaran a Îranê jî bi tundî bertek nîşan dan û bi mûşek û dronan baregehên Amerîkayê yên li herêmê kirin armanc.

Van jî bibîne

 

Bane: Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Nûçeyên Sereke