Li Amedê Ji Bo Pirtûka Leylana Sidîq Panelek Hat Lidarxistin

AMED (Nûpel) – Weşanên J&J, ji bo pirtûka nû ya nivîskara nebînî Leylana Sidîq a bi navê Dîdeyên Dil, li bajarê Amedê paneleke danasînê û nîqaşê li dar xist.

Bername li Salona Civînê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi beşdariya gelek nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên zimanê kurdî birêve çû.

Moderatorî û Nirxandina Berhemê

Panel di bin mazûvaniya Weşanên J&J de pêk hat. Weşanger Azad Zal moderatoriya bernameyê kir. Di destpêkê de Zal xêrhatina mêvanan kir û ji ber keda nivîskarê, wê bi dayîna plaketekê rûmetdar kir. Plaket ji aliyê Uzman Dr. Ugur Işik ve hat dayîn. Piştre, nivîskar Receb Dildar ku redaksiyona pirtûkê girtibû ser milê xwe, derbarê taybetmendiyên pirtûkê û pêvajoya amadekirina wê de agahiyên girîng parve kirin. Dildar bal kişand ser keda nivîskêr û girîngiya berhemê di nav wêjeya kurdî de.

Serpêhatiya Nivîskara Nebînî: Leylana Sidîq

Nivîskara pirtûkê Leylana Sidîq, ku bi vîna xwe ya mezin balê dikişîne, di derbarê jiyana xwe û xebatên xwe yên wêjeyî de axivî. Sidîq behsa pêvajoya nivîsandina Dîdeyên Dil kir û diyar kir ku astengiyên fîzîkî nekarîne pêşiya daxwaza wê ya afirandina wêjeyî bigirin. Axaftina wê di nav guhdaran de bû sedema kelecaniyeke mezin.

Beşa Pirs û Bersivan

Piştî nirxandina nivîskaran, panel bi beşa pirs û bersivan berdewam kir. Beşdaran derbarê naveroka pirtûkê û teknîka nivîsandina Sidîq de pirsên xwe araste kirin û nîqaşeke berfireh li ser wêjeya kurdî hat kirin.

Panel, bi îmzekirina pirtûkan ji aliyê Leylana Sidîq ve bi dawî bû. Nivîskarê pirtûkên xwe ji bo xwendevanên xwe îmze kirin û wêneya bîranînê hatin girtin.

 

 

Van jî bibîne

 

Li Meletiyê Otobusa Rêwiyan Qulipî: 4 Kes Mirin, 15 Kes Birîndar Bûn
Li Amedê Ji Bo Jiyaneke Wekhev û Gihîştî “Meşa Rûmetê”

Nûçeyên Sereke