Li Amedê Ji Bo Jiyaneke Wekhev û Gihîştî “Meşa Rûmetê”

Nûçe

AMED (Nûpel) – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, bi armanca balê bikişînin ser mafê jiyaneke wekhev, gihîştî û birûmet, “Meşa Rûmetê ya Astengdaran” li dar xist.

Li Amedê welatiyên astengdar ji bo daxwazên xwe yên jiyaneke bêasteng û bi rûmet bi girseyî meşiyan. Meşa ku di bin pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin de û bi piştevaniya şaredariyên Sûr, Baxlar û Peyasê hat lidarxistin, rastî eleqeyeke mezin hat. Gelek kesên astengdar, malbatên wan û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî meşê bûn da ku dengê xwe li dijî pirsgirêkên di jiyana rojane de bilind bikin.

“Jiyana Birûmet Mafê Her Kesî Ye”

Meşa ku bi dirûşma “Jiyana birûmet mafê her kesî ye” hat organîzekirin, danê sibê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Beşdaran bi pankart û dovîzên di destên xwe de daxwaza: bajarên gihîştî, qadên jiyanê yên bêasteng, xurtkirina mafên civakî kirin.

Di dema meşê de dirûşmên wekî “Gihîştin maf e”, “Em ê astengan bi hev re derbas bikin” û “Ji cudakariyê re na” hatin berzkirin.

Li Sumerparkê “Kursiya Azad” Hat Avakirin

Meşa ku li ser xeta navenda bajêr berdewam kir, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi dawî bû. Piştî meşê, li Sumerparkê “kursiyeke azad” hat sazkirin. Di vê beşê de Nivîskara nebînî Leylana Sidîq û gelek rêveberên astengdaran ku ji bajarên cuda hatibûn welatiyên astengdar derketin ser dikê û pirsgirêkên xwe yên derbarê: astengiyên fîzîkî yên li qadên giştî, zehmetiyên di perwerde û tenduristiyê de, pirsgirêkên di warê îstihdam û kar de anîn ziman.

Çalakî bi daxuyaniyên saziyên sivîl û daxwaza avakirina bajarekî ku her kes tê de bi wekhevî bijî, bi dawî bû.

Van jî bibîne

 

Îranê girtiyekî Kurd îdam kir

Nûçeyên Sereke