Koma Berxwedan bi misyona xwe ya dîrokî dîsa li ser dikê ye: Wê bibe navenda hilberînê

NÛPEL – Hunermend Seyîdxan ku yek ji damezrînerên Koma Berxwedanê ye û ji nû ve avakirina xwe ragihandiye, diyar kir ku “Koma Berxwedan wê ji niha pê ve jî wekî saziya hunermendan û navenda hilberîna hunerî xebatên xwe bimeşîne.”

Koma Berxwedan a ku di destpêka salên 1980’yî de hatibû avakirin û piştî demekê endamên wê belav bûn, piştî salan dîsa hat ba hev. Koma Berxwedan a ku di 4’ê Çileyê de ji nû ve avakirina xwe ragihand, ne tenê vegera komeke muzîkê ya ser dikan e; di heman demê de wekî ji nû ve xurtbûna kevneşopiya hilberîna kolektîf û fêmkirina rêxistinbûna komunî ya di hunera Kurdî de tê pênasekirin. Di komê de navên wekî Seyîdxan, Xelîl Xemgîn, Hozan Şemdîn, Hozan Aydin, Gulistan Musa û Kawa cih digirin. Koma Berxwedan a ku di hafizeya çandî ya Tevgera Azadiya Kurd de xwedî cihekî girîng e, di nav salan de huner wekî parçeyekî berxwedana civakî, têkoşîna nasnameyê û çanda jiyana hevpar girtiye dest.

Hunermend Seyîdxan ku di pêvajoya damezrandina komê de cih girtiye, hem ji nû ve avabûna Koma Berxwedanê hem jî rola komunên hunerî ya di roja me de ji Ajansa Mezopotamyayayê (MA) re nirxand.

Seyîdxan bal kişand ser wê yekê ku Koma Berxwedan ne tenê komeke muzîkê ye, di heman demê de divê bibe saziyeke ku hunermendan digihîne û têkoşîna çandî rêxistin dike û weha got: “Demeke dirêj e ku Koma Berxwedan ji performansa xwe ya hilberîner û rêxistinkirî dûr ketiye. Îro tevî ku di bin sîwana wê de gelek hunermend hene jî, ne di asta salên 1980 û 1990’î de ye. Tiştê ku jê dihat hêvîkirin ev bû ku wekî saziyeke hunerî xwe ava bike, deriyên perwerdehiya hunerî ji nifşên nû re veke û bi xebatên xwe têkoşîna hunerî pêş bixe. Mixabin, tevî hewildanên ji bo sererastkirin û xurtkirina komê, Koma Berxwedan di van qadan de nekarî rol û misyona xwe ya li ser milê xwe bîne cih.”

Girîngiya Koma Berxwedanê

Hunermend Seyîdxan destnîşan kir ku Koma Berxwedan bi ji nû ve avabûna xwe re divê misyona xwe ya dîrokî dîsa bigire ser xwe û bal kişand ser danehev û berpirsiyariya ku ji rabirdûyê deyn kiriye. Seyîdxan anî ziman ku: “Eşkere ye ku Koma Berxwedan ji bo ku di pêvajoyên pêş de dîsa rola xwe ya afirîner û berxwedêr bigire ser xwe, bi berpirsiyariyeke dîrokî re rû bi rû ye. Her endamekî komê bawer dike ku divê bi ruh û kelecana serdema ji nû ve avabûnê tevbigere û ji niha pê ve jî wezîfeya xwe ya pêşengiyê bîne cih. Heger îro di qada çand û hunerê de behsa destkeftiyan tê kirin, divê rola û keda Koma Berxwedanê ji nêz ve were dîtin. Koma Berxwedan, di şert û mercên herî dijwar û herî kêm de, bi îlhama ku ji têkoşîna azadiyê girtiye, wezîfeya avakirina qada çand û hunerê girtiye ser milên xwe. Di encama xebatên xwe yên plankirî û rêxistinkirî de, bi sedan ciwanên jin û mêr teşwîqî xebatên hunerî kiriye.”

Wezîfeya Koma Berxwedanê

Seyîdxan diyar kir ku Koma Berxwedan ne tenê pêkhateyeke ku çand û hunerê pêş dixe ye, di heman demê de li dijî polîtikayên qirkirina çandî û hunerî ya hêzên serdest, xeteke têkoşînê ava dike. Seyîdxan da zanîn ku komê ji rabirdûyê heta îro vê xetê domandiye û weha pê de çû: “Wezîfeya bingehîn a komê wekî pêşxistina çand û hunerê bû, di heman demê de bibe parçeyekî têkoşîna li dijî polîtikayên qirkirina çandî û hunerî ya hêzên serdest. Ji ber vê yekê mîna rabirdûyê, îro jî girîngiyê dide vê yekê. Bi xebat û helwesta xwe; li dijî meylên neyênî yên wekî populîzma bêpîvan, yozkirina nirxên hunerî, postmodernîzm, şêwaza jiyana modernîteya kapîtalîst, nêzîkatiya ‘huner ji bo hunerê ye’, ramana ku huner û siyaset ji hev cuda ne, ferdperestî û nêzîkatiyên berjewendîperest ên bêarmanc têkoşiyaye. Heger îro asta xizmeta ku ji hunera Kurdî re tê pêşkêşkirin were pirsîn, helbet rewşa Kurdan a îro ne wekî ya beriya çil salan e. Asta têkoşîna wan jî ne di asta çil sal berê de ye. Daxwaz û bendewariyên gelê Kurd jî li gorî salên borî hîn xurttir in. Tevî vê yekê, qada hunerê bi giştî nekarî di asteke bes de bersivê bide van geşedanan. Li aliyê din, qada çand û hunerê ji bo civakê qada zanist, raman, îdeolojî, perwerde û nûbûnê ye. Bêyî van konseptên bingehîn rêxistinbûna qada çand û hunerê ne gengaz e.”

Berpirsiyariya Dîrokî

Seyîdxan anî ziman ku ji bo kêmasî û kêmtiyên komê yên ji rabirdûyê tên wergirtin werin çareserkirin, endamên damezrîner dîsa hatine ba hev û di vê pêvajoyê de rewşa heyî ya muzîka Kurdî û hunermendên Kurd bi berfirehî hatiye nirxandin. Seyîdxan got: “Hatiye armanc kirin ku Koma Berxwedan bigihîje cihê ku heq dike, bibe dengê gelê me û têkoşîna wî, û wezîfeyên ku di rabirdûyê de nehatine cih, bi helwesteke hunerî ya li gorî ruhê damezrandinê û bi fêmkirina xebateke hilberîner werin bicîhanîn. Ji ber vê yekê, biryara avakirina Koma Berxwedanê di pozîsyona wê ya rastîn de hatiye girtin. Em wekî endamên komê, bi biryar in ku di pêvajoyên pêş de rola xwe ya afirîner û berxwedêr bînin cih û daxwazên berpirsiyariya xwe ya dîrokî ya li hemberî gelê me bi cih bînin.”

‘Dîjîtalîzm ji rastiyê dûr e’

Seyîdxan destnîşan kir ku divê muzîkjen û hunermendên ciwan şert û mercên serdema ku tê de ne rast bixwînin û bal kişand ser girîngiya helwesteke bihiş li dijî bandorên modernîteya kapîtalîst û çanda pîşesaziyê ya li ser hunerê. Seyîdxan weha axivî: “Berî her tiştî, divê muzîkjen û hunermendên ciwan di vê serdema ku modernîteya kapîtalîst serdest e de, li dijî huner û muzîka ku ji aliyê pîşesaziyê (endûstriyalîzm) ve tê hilberandin bihiş bin. Divê ew nekevin pey amûrên pergala serdest a ku pêşiya kedê dibirre. Her weha divê ferqa di navbera dîjîtalîzm û hunera civakî de baş fêm bikin û xwe ji bazara yozbûnê dûr bixin. Ferqa bingehîn a di navbera dîjîtalîzm û hunera civakî de, di fêmkirin û meylên ku xwe dispêrin wan de derdikeve holê. Dîjîtalîzm; xwe dispêre amûrên teknîkî û medyaya hilberînê. Ji hest û kedê wêdetir, bi dengên mekanîk şêwaz digire û ji rastiyê dûr dikeve. Berhemên dîjîtalîzmê dibe ku ji bo hin derdoran balkêş xuya bikin, lê di rastiyê de rewş ne weha ye. Dîjîtalîzm bi amûrên teknolojîk tê teşekirin û dibe amûreke vexwarinê (tuketimê).”

‘Zimanekî gerdûnî ava dike’

Seyîdxan diyar kir ku huner ne tenê hilberîneke estetîk e, di heman demê de amûreke ku guhertina civakî gurr dike. Seyîdxan anî ziman ku huner bi vî aliyê xwe re xwedî taybetmendiyeke weha ye ku mirovan tîne ba hev û weha got: “Li hemberî vê, huner û muzîka xwezayî xwe dispêre fonksiyon û misyona civakî. Pêvajoyeke kolektîf e ku mirovan tîne ba hev. Huner û muzîka ku bi keda mirov û ramana wî tê afirandin, ji bo jiyana civakî guhertinê dixe tevgerê. Empatiyê hêsan dike, ramana rexnerû (krîtîk) teşwîq dike û zimanekî civakî û gerdûnî ava dike ku di navbera çandên cuda de piran çêdike. Her weha hafizeya civakî û nasnameyê diparêze û girêdana di navbera nifşan de xurt dike. Hunera civakî ya ku berhema mirovî ye, mirovan teşwîq dike ku rewşa heyî bipirsin û perspektîfên cuda pêş bixin.”

‘Kelecaneke mezin ava kir’

Hunermend Seyîdxan da zanîn ku fêmkirina “huner ji bo civakê ye” di xeta hilberînê ya Koma Berxwedanê de xwedî cihekî bingehîn e û destnîşan kir ku divê huner ne tenê wekî qadeke ku hest û ramanên ferdî tîne ziman were dîtin. Seyîdxan diyar kir ku di heman demê de divê wekî amûreke ku tevkarî li veguhertina civakî dike were dîtin û weha dewlemend kir: “Hunermendên ku fêmkirina ‘huner ji bo civakê ye’ dipejirînin, hunera xwe ji bo ku bersivê bidin daxwaz û hêviyên civakê hildiberînin. Ev hunermend bawer dikin ku armanca hunerê ne tenê îfadekirina hest û ramanên ferdî ye; berevajî vê, hunerê wekî amûreke perwerdekirina civakê, dabînkirina guhertinê û gihandina peyameke diyar dibînin. Gotineke ku di nav gel de tê gotin heye; ‘Temen çi dibe bila bibe, heger di nav mirov de daxwaz hebe, ew hilberînê didomîne û dikare bigihîje armanca xwe.’ Belê, temenê her endamekî di koma me de bi pêş ketiye. Lê hestên me, ramanên me û baweriya me ciwan in. Ji ber vê yekê, helwesta ji bo ji nû ve avakirina Koma Berxwedanê, di hemû endamên me de kelecaneke mezin ava kiriye.”

Saziya Hunermendên Kurd

Seyîdxan anî ziman ku Koma Berxwedan saziyeke girîng a çand û hunerê ye ku di nav têkoşîna gelê Kurd de ji dayik bûye û gotinên xwe weha bi dawî kir: “Xala herî girîng a ku me ber bi ji nû ve avabûnê ve dibe ev e; Koma Berxwedan, destkeftiyeke têkoşîna gelê Kurd e. Di heman demê de saziyeke weha ye ku bingehên wê ji aliyê Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn û Şehîd Çiya ve hatine avêtin; pêşengî ji gihandina bi sedan hunermendan re kiriye û heta îro hatiye jiyandin. Ev, nirxekî ye ku ji me re wekî emanet hatiye hiştin. Li hemberî mîraseke wisa mezin û hêja ne gengaz e ku em bêdeng û bêreaksiyon bimînin. Motivasyona bingehîn a biryara me ya ji nû ve avabûnê jî ev rastî bixwe bûye. Koma Berxwedan wê ji niha pê ve jî wekî saziya hunermendan û navenda hilberîna hunerî xebatên xwe bimeşîne. Wê nirxên çand û hunerê li gorî ruhê serdema damezrandinê biparêze. Wê li dijî hemû fêmkirin û nêzîkatiyên ku huner û berhemên hunerî berovajî dikin, helwestê bigire û têbikoşe.”

MA / Zeynep Durgut

Van jî bibîne

 

Li Frankfurtê panela ‘Di Diyasporayê de Koçberî, Jin û Jiyan’
Bulent Tekin: Demokrasiya Kaxizî û Desthilatdariya Sermayeyê

Nûçeyên Sereke