Abdullah Ocalan: Ya ku îro pêwîst e, xizmetkirina Îslamê ji bo civaka exlaqî ye

Nûçe

NÛPEL – Abdullah Ocalan ê ku peyamek şand Konferansa Îslama Demokratîk, got: “Perspektîfa Îslama Demokratîk, dikare tevkariyên girîng li têgihîştina neteweya demokratîk bike ku gel dikarin bi nasname û îradeya xwe ya azad bi hev re bijîn.”

Konferansa Mezin a 3’yemîn a Kongreya Îslama Demokratîk a ku ji aliyê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MİA-FED) ve bi dirûşmeya “Îslama Demokratîk: Dilsoziya di baweriyê de, azadiya di civakê de” hate organîzekirin, li Salona Konferansê ya Alî Emîrî dest pê kir. Di konferansê de peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate xwendin. Kurdiya peyamê ji aliyê Emîn Ay, tirkî jî ji aliyê Hatîce Şeker ve hate xwendin.

Peyama ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye şandin wiha ye:

“Ji bo Konferansa Mezin a 3’yemîn a Kongreya Îslama Demokratîk re…

Îslam, di esasê xwe de tevgereke mezin a heqîqeta civakî ye ku li ser nirxên azadî, dadmendî û wekheviya civaka exlaqî û polîtîk hatiye avakirin. Civaka ewil a Îslamê ya ku bi pêşengiya Hz. Muhammed derket holê, weke hemleyeke civaka demokratîk a xurt li dijî çînayetî, talan û serdestiya eşîretgerî ya ku şaristaniya dewletparêz û desthilatdar ferz dikir, pêş ketiye.

Lê belê di nava dîrokê de, cewhera Îslamê ya azadîxwaz û civakî, gav bi gav ji aliyê kevneşopiyên desthilatdariya dewletparêz ve hatiye dorpêçkirin. Di pêvajoya ku bi Emewiyan re dest pê kir de, ol ji sîstema jiyaneke exlaqî û civakî dûr ketiye û hatiye veguherandin amûreke rewayîkirina dewletê, bi vî awayî damarên Îslamê yên demokratîk û azadîxwaz hatine lawazkirin. Îro hem Îslama dewletê ya fermî û hem jî pêkhateyên mezhebperest ên ku desthilatdariyê armanc dikin, berdewamiya vê şaşiya dîrokî ya di formên cuda de ne.

TEKDIZIMKIRINA PEYMANA MEDÎNEYÊ

Têgihîştina Îslama Demokratîk, vegerandina nirxên exlaqî, wijdanî û azadîxwaz ên di cewhera Îslamê de ye. Yek ji referansên dîrokî yên herî girîng ên vê vegerê, Peymana Medîneyê ye. Peymana Medîneyê, peymaneke civakî ya demokratîk e ku dihêle bawerî, nasname, çand û civakên cuda, bi parastina xweseriya xwe di prensîbên jiyana hevpar de bicivin. Bi vî aliyê xwe, yek ji modelên yekitiyê yên ewil ên pirrengî û demokratîk ên dîroka mirovahiyê ye.

Cîhada rastîn, têkoşîna azadîbûna domdar e ku mirov li dijî meylên desthilatdariyê yên di nefsê xwe de, li dijî xwerûkê, daxwaza serdestiyê û her cure zilmê dimeşîne. Têkoşîna herî mezin, têkoşîna mirov a ji bo veguherandina xwe û gihandina bi heqîqetê ye. Bêyî çanda rexnedayînê, ne azadiya takekesî û ne jî ya civakî dikare pêş bikeve.

Prensîba şêwrê (şûra) ya di Îslamê de jî yek ji nirxên bingehîn ên civaka demokratîk e. Şûra, tê wateya derxistina aqilê hevpar ê civakê holê, bi awayekî beşdarî biryardan û vekirîbûna rêveberiyê ya ji bo kontrola civakî. Kokên dîrokî yên siyaseta demokratîk, demokrasiya herêmî û jiyana komînal di nava vê têgihîştinê de hene.

Ya ku îro pêwîst e, ne xizmetkirina Îslamê ji bo dewletê, desthilatdariyê û hêzên sermayeyê ye, belkî ji nû ve xizmetkirina wê ji bo civaka exlaqî, siyaseta demokratîk û jiyana azad e. Divê ol ne wijdanê desthilatdariyê, divê wijdanê civakê be. Heqîqet, tenê di nava rêxistiniya azad a civakê de dikare wateyê bibîne.

‘TÊGIHÎŞTINA KU AZADIYA JINÊ RED DIKE, NIKARE CEWHERA ÎSLAMÊ NÎNE BIDE’

Tu têgihîştinek ku azadiya jinê red dike, xwezayê weke obje ya talana bê sînor dibîne û di navbera gelan de dijminatiyê diafirîne, nikare cewhera Îslamê temsîl bike. Îslama Demokratîk; perspektîveke jiyanê ya exlaqî ye ku azadiya jinê, jiyana ekolojîk, piştevaniya civakî û biratiya gelan esas digire. Bi vî aliyê xwe, ne tenê ji bo civakên misilman, ji bo hemû mirovahiyê yek ji çavkaniyên girîng ên şaristaniya demokratîk e.

Li hemberî krîzên kûr ên Rojhilata Navîn, şerên mezhebî, pevçûnên neteweperest û têkoşînên desthilatdariyê, çareserî ne di xurtkirina nêzîkatiyên dewletparêz û hegemonek de, belkî di pêşxistina civaka demokratîk de ye. Perspektîfa Îslama Demokratîk dikare tevkariyên girîng li têgihîştina neteweya demokratîk bike ku gel dikarin bi nasname, bawerî û îradeya xwe ya azad bi hev re bijîn.

Li ser vê bingehê, baweriya min ew e ku nîqaşên hûn dikin û encamên ku hûn ê derxin holê, dê tevkariyê li avakirina civaka demokratîk, jiyana hevpar a gelan û pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku me daye destpêkirin bikin, di xebatên xwe de serkeftinê dixwazim.

Abdullah Ocalan.”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Loqmeya Muharremê li Antalyayê: Banga heq û edaletê ya Kerbelayê tê jiyandin
Konferansa Ziman a li Amedê: Divê kurdî bibe zimanê jiyanê

Nûçeyên Sereke