AMED (Nûpel) – Li navçeya Pîronê ya Amedê, di çarçoveya “Projeya Pêşxistin û Belavkirina Rezvaniya Modern” de, bi piştgiriya sedî 50 a hîbeyê amûrên çandiniyê li cotkaran hatin belavkirin.
Bi kordînasyona Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Navçeya Pîronê, makîne û kelûpelên ku bi budçeyeke giştî ya 11 milyon û 474 hezar û 300 TL hatine dabînkirin, gihîştin destê hilberîneran. Ji vê budçeya mezin, sedî 50 wekî hîbe hat dayîn û 140 cotkar ji vê derfetê sûd wergirtin.
197 amûrên modern hatin radestkirin
Di çarçoveya projeyê de, ji bo zêdekirina ber û kalîteya rezên Pîronê 197 perçe amûrên modern hatin belavkirin. Di nav van amûran de ev hene:
118 makîneyên eşêfê
40 makîneyên girtina tirî
9 makîneyên dermanxistinê yên tûrbînî
16 pûlverîzator (dermanxistinê)
14 maqesên jêkirinê
“Pîronê para herî mezin wergirt”
Di merasîma radestkirinê de Qaymeqamê Pîronê Mustafa Atiş, Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr Adil Alan û gelek nûnerên saziyan amade bûn. Qaymeqam Atiş di axaftina xwe de bal kişand ser piştevaniya Îdareya GAP’ê û got: “Ev proje ji bo cotkarên me derfeteke girîng e, em spasiya hemû kesên keda wan di vê projeyê de heye dikin.”
Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr Adil Alan jî destnîşan kir ku Amed di warê rezvaniyê de bi 154 hezar dekar erazî li Tirkiyeyê di rêza 4’emîn de ye. Alan got: “Me bi projeya ku me pêşkêşî GAP’ê kir, xwest em li cihên ku avdanî lê nabe, bi belavkirina makîneyan piştgiriya cotkarên xwe bikin. Di vê çarçoveyê de, para herî mezin a budçeya me ketiye para cotkarên Pîronê.”
Bi vê projeyê re tê armanc kirin ku hilberînerên Pîronê bi teknolojiyên nûjen re karibin berhemdariya xwe zêde bikin û şert û mercên xwe yên kar pêş bixin.
Çavkanî: Diyarbakır Soz










