Tirkiye bê gol û bê puan ji Kûpê Cîhanê xatir xwest

NûçeSpor

NÛPEL – Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê di Kûpê Cîhanê de di maça xwe ya duyem de jî rastî têkçûnê hat û bi vê encamê re bi awayekî fermî ji şampiyoniyê xatir xwest.

Tirkiye ku di Koma D-yê de têdikoşiya, di maça xwe ya duyem de li hemberî Paraguayê derket pêşberî hev. Maç ji bo tîma neteweyî bi şokeke mezin dest pê kir; di hûrdema yekem a pêşbirkê de Matias Galarza bi lêdaneke durist tora gola Tirkiyeyê hejand û Paraguay 1-0 xist pêş.

Qertê sor û biryareke dîrokî ya FIFA’yê

Di nîvê yekem a maçê de bûyereke balkêş qewimî. Lîstikvanê Paraguayê Miguel Almiron, piştî ku bi awayekî nebaş destê xwe danî ber devê xwe û heqaret li lîstikvanekî Tirkiyeyê kir, piştî lêkolîna VAR-ê ji aliyê hakemê maçê ve bi kartê sor ji qadê hat avêtin.

FIFA’yê bi vê biryarê re cara ewil yasaya nû ya ku ji bo pêşîgirtina li heqaretên li qadê hatibû amadekirin, bi cih anî. Ev biryar wekî gaveke stratejîk a ji bo pêşîgirtina li bûyerên mîna yên Gianluca Prestianni û Vinicius Junior hat şîrovekirin.

Hewldanên Tirkiyeyê têrê nekirin

Tirkiyeyê di nîvê duyem de, tevî ku lîstikvanekî zêde bû jî, ji bo wekheviyê gelek hewl da. Lîstikvanên tîma neteweyî çend derfetên girîng bi dest xistin, lê nikaribûn tora Paraguayê bihejînin. Maç bi serkeftina 1-0 a Paraguayê bi dawî bû û Paraguay bi vê encamê 3 puanên xwe yên yekemîn qezenc kir.

Tirkiye piştî Haîtiyê duyemîn tîma ku xatir xwest

Tirkiye piştî Haîtiyê bû duyemîn tîma ku bi awayekî zû ji Kûpê Cîhanê xatir xwest. Haîtiyê jî îro di maça xwe ya duyem de li hemberî Brezîlyayê têk çûbû.

Tirkiyeyê di her du maçên xwe yên di Koma D-yê de, bêyî ku karibe golekê biavêje, 3 gol di tora xwe de dîtin û bê puan mayînê, bi awayekî xemgîn ji Kûpê Cîhanê veqetiya.

Van jî bibîne

 

Bulent Tekin: Li Tirkiyeyê Sazîbûn û Qeyrana Demokrasiyê:
Husên Arif bi romana “Şar” re li ber deriyên edebiyata kurdî ye

Nûçeyên Sereke