Qasim Erecî bû şêwirmendê serokwezîrê Iraqê

Nûçe

NÛPEL – Di çarçoveya guhertinên îdarî yên li ser asta bilind de, erkê Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Iraqê Qasim Erecî hate guhertin û ew weke şêwirmendê serokwezîrê Iraqê yê ji bo Karên Ewlehiyê hate tayînkirin.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê medyaya Iraqê ve hatine belavkirin, serokwezîrê nû yê Iraqê Elî Zeydî di gelek postên girîng ên dewletê de guhertinên nû pêk anîne. Di vê çarçoveyê de, Qasim Erecî ku ji sala 2020’an ve, ji serdema hikûmeta Mistefa Kazimî heta 18’ê Gulana 2026’an erka Şêwirmendê Ewlekariya Netewî birêve dibir, ji vê postê hate girtin.

Erecî piştî van guhertinan, weke şêwirmendê taybet ê serokwezîr Elî Zeydî yê ji bo Karên Ewlehiyê dest bi karê xwe yê nû kir.

Her wiha tê payîn ku piştî derketina Erecî ji postê Şêwirmendê Ewlekariya Netewî, Qasim Ebûdî li şûna wî weke Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê hatiye diyarkirin.

Çavkanî: RojNews

Van jî bibîne

 

Li Pîronê piştgiriya mezin ji bo cotkaran: Amûrên çandiniyê hatin belavkirin
Futbolîstê Kurd Denîz Undav mohra xwe li Kûpê Cîhanê dide

Nûçeyên Sereke