Îranê îdiayên derbarê Qalîbaf de derewand: ‘Ti îstifayek nîne’

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokatiya Ragihandinê ya Meclisa Îranê, nûçeyên medyaya Îsraîlê yên ku digotin Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ji serokatiya şandeya muzakereyê ya bi DYAyê re îstifa kiriye, bi tundî derewand.

‘Îdiayên medyaya Îsraîlê bêbingeh in’

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Serokê Navenda Ragihandin û Çandê ya Meclisê Îman Şemsayî diyar kir ku îdiayên di medyaya Îsraîlê de cih girtine rast nînin. Şemsayî destnîşan kir ku Qalîbaf ji ti wezîfeyên xwe îstifa nekiriye û xebatên xwe bi biryardarî didomîne.

Şemsayî her wiha got:

“Niha ti planeke nû ji bo tûreke muzakereyê ku Qalîbaf an jî kesekî din serokatiya wê bike, tune ye. Ev nûçe tenê bi armanca şolîkirina hişê gel û xapandina raya giştî tên belavkirin.”

Sedema nûçeyên li ser îstifayê çi bû?

Kanala 12 ya televîzyona Îsraîlê îdia kiribû ku di navbera Qalîbaf û Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî de nakokî derketine û ji ber vê sedemê Qalîbaf ji serokatiya şandeya muzakereyê ya bi DYAyê re îstifa kiriye.

Lê belê, Mihemed Baqir Qalîbaf ku berê Fermandarê Hêzên Hewayî yên Supaya Pasdaran bû, wekî yek ji kesên herî nêzîkî vê saziyê tê naskirin.

Nakokiya di daxuyaniyên Îran û DYAyê de

Her çend Îran dibêje di bin şert û mercên niha de ti planeke wan a ji bo hevdîtina bi DYAyê re tune ye jî, ji aliyê Washingtonê ve îdiayên cuda tên ziman. Hatibû îdiakirin ku li Îslamabada paytexta Pakistanê, şandeyeke Amerîkî ku zava û nûnerê taybet ê Donald Trump, Jared Kushner û Steve Witkoff jî tê de ne, dê bi rayedarên Îranî re bicivin.

Van jî bibîne

 

Îran: Me Hîn Beşeke Girîng a Hêza Xwe ya Mûşekî Bi Kar Neaniye
Mordem Zel: Dengê ku Dîwarên Malên Me bi Welat re Hûnand: Dengbêj Kazo

Nûçeyên Sereke