Li 10 girtiyên jin cezayê qedexeya telefon û hevdîtinê

CîhanNûçe

Li 10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn a li Tehrana patyextê Îranê tên ragirtin re bi hinceta ku daxuyaniyên cezayên darvekirinê protesto kirine, bikaranîna telefonê û hevdîtin hatin qedexekirin.

Koma Çalakiya Hevpar (GAM) nerazîbûna xwe nîşanî biryarê da û banga bidawîkirina zexta li ser girtiyan kir. Di daxuyaniya hate dayîn de hate diyarkirin ceza ji ber protestoyên li dijî cezayên darvekirinê hatine lidarxistin, çalakiyên li girtîgehê û hevdîtinên li gel çapemeniyê hatine birîn.

 Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku qedexeya berbehs hevdîtina girtiyên jin a li gel malbat û parêzerên wan asteng dike û ev yek jî tecrîd û zexta derûnî zêde dike.

 Di nava girtiyên jin ên ku ceza li wan hatiye birîn de girtiya siyasî Werîşe Mûradî jî heye ku di bin gefa darvekirinê de ye. Têkildarî ku wê qedexe heya kengî berdewam bike daxuyaniyeke fermî nehate dayîn.

 Navên girtiyên jin ên din ên bikaranîna telefonê û hevdîtin ji wan re hatine qedexekirin wisa ne: Elaheh Foladî, Foruh Tahîpur, Sakîneh Parvaneh, Şîva İsmaîlî, Zahra Safayî, Golroh Irayî, Marzîeh Farsî, Nasim Simiarî û Lîndsay Forman.

/Çawkanİ.Ajansa Mezopotamya/

Van jî bibîne

 

Rejîma Îranê Fethullah Avarî bi darve kir

Nûçeyên Sereke