Seyîthan Acar ê ku di dîrokên cuda de du keçên xwe di şer de winda kirine, 9 sal in ji bo dîtina cenazeyên keçên xwe têdikoşe.
Seyîthan Acar, keça xwe Kubra Acar (Amara Zîlan Ararat) di 5’ê Cotmeha 2016’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê; keça xwe ya din Esra Acar (Amara Zîlan Ararat) jî di 28’ê Îlona 2017’an de di şerekî li herêma Barzan a Herêma Federe ya Kurdistanê de winda kir. Acar 9 sal in li cenazeyên keçên xwe digere. Acar heta niha gelek caran serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê daye, lê hemû hewldanên wî bêencam mane.
Tena daxwaza Acar ê ku ev bi salan e li cenazeyên keçên xwe digere, ev e ku goreke wan hebe.
Acar diyar kir ku ji ber zextên dewletê her du keçên wî jî berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û anî ziman ku ew li hemberî zilme tu carî bêdeng nemane û ev tişt got: “Du keçên min hebûn ku îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dizanibûn û her dem lêkolîn dikirin. Bi îradeya xwe tevli refên PKK’ê bûn. Sedema tevlibûna wan jî ew bû ku zilma li ser Kurdan qebûl nedikirin.”
Acar anî ziman ku wî agahiya şehadeta her du keçên xwe ji televizyonê hîn bûye û diyar kir ku ew bi salan e ji bo girtina cenazeyên wan têdikoşe. Acar diyar kir ku ji ber qedexeya derketina derveyî welat di dîtina gorên wan de rû bi rûyê zehmetiyan dibe û wiha axivî: “Me di vê rêyê de berdêlên pir mezin dan. Ev berdêlên ku me dane ji bo maf û hiqûqa Kurdan e. Keça min Zîlan Amara di sala 2015’an de tevli bû. Me xebera şehadeta wê di sala 2016’an de ji televizyonê wergirt. Keça min a din Zîlan Ararat, ew jî di sala 2015’an de bi heman rengî tevli bû. Dema ku agahiya şehadeta keça min hat ez di girtîgehê de bûm. Min ji bo girtina cenazeyên wan pir hewl da. Em dixwazin ku goreke her duyan jî hebe. Ger em cenazeyên wan bibînin, êşa me hinekî jî be dê sivik bibe. Niha bi hezaran malbat hene ku di heman rewşa me de ne. Nazanin bê ka cenazeyên zarokên wan li ku derê ne. Divê cenazeyan bidin me. Ev mafê me ye.”
/Ajansa Mezopotamya/










