🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îdîa kir ku Îranê ji bo radestkirina uranyuma dewlemendkirî û betalkirina bernameya çekên nukleerî li hev kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniya welatê xwe, derbarê peywendiyên bi Îranê re geşedanên girîng parve kirin. Trump diyar kir ku di navbera her du welatan de li ser mijarên krîtîk lihevkirinek pêk hatiye.
‘Uranyumê Radest Dikin’
Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser amadekarî û daxwaza Îranê ya ji bo peymanekê û weha got:
“Îranê qebûl kir ku dev ji çêkirina çekên nukleerî berde. Her wiha radestkirina uranyuma ku heta niha dewlemend kirine jî qebûl kirin. Em di gelek mijaran de li hev dikin.”
‘An Aştî An Jî Şer’
Trump destnîşan kir ku ew li bende encamên erênî ne, lê peyameke tund jî da Tehranê. Trump got: “Bi dîtina min dê tiştên pir erênî biqewimin. Heke nebe, şer dê berdewam bike.”
/Nûçeyên Cîhanê/










