Netanyahû agirbesta 10 rojî pejirand: ‘Em ê li herêmên dagirkirî bimînin’

CîhanNûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku wan agirbesta demkî ya 10 rojî ya ku ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trump ve hatibû eşkerekirin qebûl kiriye. Lêbelê Netanyahû destnîşan kir ku artêşa wan dê ji herêmên ku li başûrê Libnanê dagir kirine venekişe.

Plana Agirbestê û Mercên Îsraîlê

Netanyahû di peyama xwe ya vîdyoyî de diyar kir ku ev biryar di encama hevdîtinên li Washingtonê yên di navbera balyozên her du welatan de hatiye girtin. Netanyahû bal kişand ser du daxwazên sereke yên Îsraîlê:

Bêçekkirina Hizbullahê

Pêkanîna peymaneke aştiyê ya mayînde

‘Em ê 10 Kîlometre Di Hundir de Bimînin’

Serokwezîrê Îsraîlê derbarê hebûna leşkerî ya li ser axa Libnanê de daxuyaniyên balkêş da. Netanyahû got ku ew ê ne tenê li wan 5 xalên beriya 2’yê Adarê lê bûn, lê belê di xeteke berfireh de bimînin:

“Ji deryayê heta çiyayê Dov (Çewlikên Şeba) û qadên Çiyayê Hermonê (Cebel eş-Şêx), heta sînorê Sûriyeyê, em ê di kûrahiya 10 kîlometreyan de li herêma dagirkirî bimînin.”

Daxuyaniya Donald Trump

Serokê DYA’yê Donald Trump beriya niha ragihandibû ku Îsrail û Libnan li ser agirbesteke 10 rojî li hev kirine. Hat diyarkirin ku ev agirbest dê îşev di saet 24.00’an de (bi dema Kurdistanê) dest pê bike.

/Nûçeyên Cîhanê/

Van jî bibîne

 

Cenazeyê Pêşmerge Xezal li mizgeftan ji nehat qebûlkirin
Trump: ‘Îranê qebûl kir ku dest ji çekên nukleerî berde’

Nûçeyên Sereke