🔴Serokê Şaxê Egitim-Senê yê Îskenderûnê Mustafa Unsal, bertek nîşanî êrîşên li Sîwêrek û Mereşê da û destnîşan kir ku sîstema heyî ji zarokên 14-16 salî “faîlan” diafirîne.
ÎSKENDERÛN (Nûpel) – Şaxê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Eğitim-Sen) a Îskenderûnê, têkildarî êrîşên çekdarî yên ku li dibistanên navçeya Sîwêrekê (Riha) û parêzgeha Mereşê pêk hatin, li Parka Guvercinli daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dirûşma “Em li dibistanan tundiyê naxwazin” derket pêş.
‘Gotina me li ber qediya ye’
Serokê Şaxê, Mustafa Unsal, diyar kir ku hê şoka êrîşa li Sîwêrekê derbas nebûbû, nûçeya komkujiya li Mereşê ew hejandin. Unsal anî ziman ku kedkarên perwerdeyê û xwendekaran jiyana xwe ji dest dane û wiha got:
“Li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a Mereşê komkujiyek pêk hat. Kedkarekî perwerdeyê û gelek xwendekarên me jiyana xwe ji dest dan. Birîndar hene û rewşa wan giran e. Êşa me kûr e û gotin li ber qediya ye. Divê dibistan cihên ewle bin, lê mixabin îro bûne navendên kîn û tundiyê.”
‘Tundî ne mûnferît e, sîstematîk e’
Ünsal bal kişand ser ku di sala dawî de herî kêm 5 bûyerên bi vî rengî qewimîne û destnîşan kir ku ev ne bûyerên ji rêzê ne:
“Di her du bûyeran de jî îhlalên giran ên ewlehiyê hene. Ger tedbîr hatibûna girtin, ev êrîş nedihatin kirin. Tundiya li dibistanan encama polîtîkayên desthilatê ye. Ev rewş sîstematîk e û divê bi aliyên xwe yên civakî ve were nirxandin.”
‘Berpirsê Serke Wezîrê Perwerdeyê ye’
Mustafa Unsal diyar kir ku polîtîkayên “Sarayê” yên perwerdeyê dibistanan xira kirine û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn vexwend îstifayê:
Sedemên Tundiyê: “Tundî bi serê xwe dernakeve holê. Tundî ji ber polîtîkayên polarîzasyonê, xizanî, bêpêşerojî û bêhêvîtiyê geş dibe. Sîstema ku îro ji zarokên 14-16 salî faîlan diafirîne, ev sîstem bi xwe ye.”
Liyakat û Sadoqat: “Desthilatê perwerde ji zanist û laîkbûnê dûr xistiye. Di saziyan de li şûna liyakatê (şarezayiyê), sadoqat (girêdayîbûn) kirine bingeh.”
Banga Îstifayê
Unsal daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:
“Heke îro mamoste û xwendekar bi tirs diçin dibistanê, berpirsê sereke Yusuf Tekîn e. Divê ew demildest lêborînê bixwaze û îstifa bike. Weke Egitim-Sen, em ê ji bo dibistanên demokratîk û azad têkoşîna xwe bidomînin.”
/Çavkanî: Pîrha/










