NÛPEL – Hesenê Mala Feto, an jî bi navê ku bi wî tê naskirin, Hesen Keyayê Celikî, yek ji mêrxasên serhildana sala 1925’an e.
Destpêka Serhildanê û Civîna Li herêma Hênî
Di destpêka serhildana 1925’an de, civînên rêxistinî pêşî li herêma Dara Hênê bi eşîrên Botî û Mistî re tên kirin. Piştre Şêx Seîd di ser Licê re dixwaze derbasî binxetê bibe. Şêx Seîd li herêma Licê bi kesayetên wekî Mele Mistefayê Licî, Fehmiyê Bîlalê Licî, Emerê Faroyê Kaxkîgî, Heqî Begê Licî, Mihemed Hadîn (Cemîlê Seyda), Salih Begê Hêneyî, Hecî Ehmedê Salihê Serdî, Husênê Babixî, Mihemed Eliyê Faroyê Firdewsî û Mihemedê Şerîfê Husênikî re hevdîtinan dike.
Neviyê Hesen Keyayê Celikî, Ezîzê Hecî Reşîd (Azîz Ay), serpêhatiya kalê xwe, apên xwe, Hesenê Babixî û Hesenê Mala Enco (Hesenê Serdî) ji Nûpel Tv re wiha vedibêje:
Yek ji van hevdîtinan li herêma navbera Licê û Hênî çêdibe. Di vê civînê de gundên weke Celik, Serdê, Dêrqam, Husênik, Comelaş û Feynter sozê piştgiriya serhildanê didin. Hesen Keyayê Celikî tevî sê lawên xwe (Selîm, Bekir, Azîz) û Sadûnê Ermen (Sadoyê Fille) sozê beşdarbûna serhildanê didin Şêx Seîd. Sado, piştî qirkirina Ermeniyan, xwe dispêre Hesen Keya û Hesen Keya jî wekî lawê xwe li wî xwedî derdikeve.
Serhildan û Şerê li Pîronê
Li ser daxwaza mirîdên xwe, Şêx Seîd diçe aliyê Hênê û Pîronê. Tê behskirin ku di civîna Pîronê de, li ser îstîxbaratekê, leşker bi ser mala civînê de digirin û ji Şêx daxwaz dikin ku Nebîyê Gimgimî û çekdarên wî teslîm bike. Şêx ji fermandarê leşkeran re dibêje: “Nebî û hevalên wî mêvanên me ne, di kîjan wijdanî de qebûl e ku însan mêvanê xwe bide girtin?”
Şêx vê daxwazê qebûl nake. Bi plansaziyeke taybet, yek ji çekdarên xwe tevî du leşkeran dişîne mala ku Nebî lê ye. Gava Nebî û çekdarên din ji malê derdikevin, gule tên teqandin û serhildan vediguhere şer. Piştî destpêkirina şer, Hênî, Licê û Dara Hênê di demeke kurt de dikevin destê çekdarên kurd, lê dewlet bi hêzeke mezin van navçeyan dîsa digire.
Şehadeta Hesen Keya û Lawên Wî
Hesen Keya di pêvajoya şer de ligel xizmetkarê xwe Sado û sê lawên xwe Selam, Bekir û Ezîz, diçin herêma Şelî Heydon û li wir bi cih dibin. Li ser gilîkirina begên Melekonê yên ku di serhildanê de cih negirtine, bi sedan leşker dor li gundê Şelî Heydon digirin.
Hesen Keya ji lawên xwe û Sado re dibêje: “Ji vê dorpêçê xilasiya me tune ye, hûn bi ya min dikin birevin û xwe xilas bikin, tenê ez ê şer bikim.” Lê lawên wî vê pêşniyarê qebûl nakin û dibêjin: “Bavo, roj roja xîretê ye, em ê mil bidin milê hev û şer bikin.”
Hesen Keya li ber helwesta wan bêçare dimîne û ji Sado re dibêje: “Ezoyê min naşîne, nizane sirma tifingê biqelibîne. Wî bigire û herin agahiyê bidin peyayê mala Emerê Faro, bavê Selo û Behro, ku xwe bi îmdada me bigihînin.” Sado û Ezîz di nav dorpêçê de direvin û xwe xilas dikin. Ezîz ji linga xwe, Sado ji destê xwe birîndar dibin û xilas dikin. Hesen Keya, Selam û Bekir jî heta guleya dawî şer dikin û şehîd dikevin.
Serpêhatiya Ezîz û Girtina Wî
Piştî şehadeta bav û birayên wî, Ezîz dibe mehkûm û fîrarê dewletê. Rojekê li gundê Husênika Licê, di nav xirabeyên malekê de xwe vedişêre. Şevê gur dor li malê digirin. Ezîz neçar dimîne û tifingê bi ser guran de diteqîne.
Roja piştre Ezîz diçe gundê cîran Dêrxustê li malekê dibe mêvan. Lê xwediyê malê bi bêbextî wî dide girtin. Ezîz di wê kêliyê de dibêje: “Sed xwezî şeva çûyî li Husênikê guran min bixwara, bila we vê bêbextiyê bi min nekira!” Ezîz piştre ji fermandarê leşkeran daxwaz dike ku wî li Licê nekujin, ji ber ku kesên nexweş ên Licê dê cenazeyê wî parçe bikin. Fermandar vê daxwazê qebûl dike û Ezîz dibin li aliyê navçeya Hênê bi awayekî hovane bi têlê darvekirin.
Klama li ser Hesen Keya
Piştî şehadeta Hesen Keya û her du lawên wî, dengbêj Ezoyê Bamitnî klamek li ser şer û lehengiya wan çêdike. Hinek ji gotinên klamê wiha ne:
Sehdo sehdo serker e ser ga ye
Dişminê dîn e
Ezoyê min naşîn e nizanê sirma tifingê biqelibîne
Tê peyê mala Emê Faro bavê selo û behro xwe bi îmdada me bigîne
Mene eskerê şêx Saîd efendîne
Selam Bekir hayê bi min hayê
Deng çima ji kozika we dernayê
Bavo eskerê tirko pirr in
Em dikujin nakujin dawî lê nayê
Liminê liminê li kaliyê
Liminê liminê li bêkesiyê
Mêrê mîna Hesê Feto
Bi gulê romê birîndar ketiye
Bi Şelî Heydon diketim Bilinciyan
Selam û Bekir mêrê çê ne çê bixebite
Bila nav û dengê we bikeve nav diwêlê ecnebiyan
Liminê liminê li kaliyê
Liminê Liminê li bêbextiyê
Mêrê mîna Hesê Feto
Bi gulê dijmin birîndar ketiye
Dilê min ê di xemê da
Eman daye di ser demê da
Kesekî xêrxwaz tune
Xeberê bibira Celika kamax
Bigota peyayê mala feto
Ketine mehserê da











