Dosyaya dîlgirtiyan nayê çareserkirin û dirêj dibe

Nûçe
4 meh di ser Peymana 29`ê Çileyê ya QSD`ê û hikumeta demkî re derbas bûn û hîna dosyaya dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî çareser nebûye.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa me de anîbû ziman ku dosyaya dîlgirtiyan wekî zextekê li hember wan didin bikaranîn. Her wiha gotibû pêvajoya entegrasyonê dest pê kiriye lê belê hîna jî dosyaya dîlan nehatiye çareserkirin.

Li gorî çavkaniyên taybet hejmara dîlgirtiyên serbest nehatine berdan derdora 400’î ye. Hinek ji wan sivîl in û hin jî şervan in.

10`ê Adarê koma yekemîn a dîlgirtiyan ku hejmara wan 100 kes bû, beramberî 100 kesên hikumetê serbest hatin berdan. Koma duyemîn jî 19`ê Adarê 300 dîlgirtî beramberî 300 dîlgirtiyên hikumetê serbest hatin berdan. Koma sêyem 11’ê Nîsanê 400 dîlgirtiyên QSD`ê beramberî 91 dîlgirtiyên hikumetê serbest hatin berdan. Koma çaremîn 8`ê Gulanê serbest hatin berdan û 232 kes bûn.

Hinek berpirsên hikumeta demkî ji dezgehên çapemeniyê re gotibû ku berî cejna Qurbanê dê dosyaya dîlgirtiyan bi dawî bikin. Her wiha cîgirê wezîrê parastinê yê hikumeta demkî Sîpan Hemo (Semîr Oso) dema ku ji ajansa me re axivî, bal kişand ser dosyaya dîlgirtiyan û gotibû îstismarkirina malbatên wan tiştekî baş nîn e û aliyên têkildar bi rêyên fermî û li ser asta wezaretê dixebitin da ku dosyaya dîlgirtiyan çareser bikin.

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li herêma Cizîrê û Kobanê rojane malbatên dîlgirtiyan radibin xwepêşandanê û daxwaz dikin ku serbest werin berdan.

 

/Çawkani: ANHA/

Van jî bibîne

 

Banga PJAK’ê ji bo Trump û partiyên Kurdî: Çek ji kê re hatibin dayîn bila bê eşkere kirin
Yekîtiya Ewropayê çaksaziyê di qanûna koçberiyê de dike

Nûçeyên Sereke