Banga PJAK’ê ji bo Trump û partiyên Kurdî: Çek ji kê re hatibin dayîn bila bê eşkere kirin

Nûçe

NÛPEL – Berdevka Çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn, di serdemeke ku îhtîmala destwerdaneke nû li ser Îranê bihêz bûye de, xal danî ser nîqaşên derbarê çekên ku îddîa tê kirin ji Kurdan re hatine dayîn. Gelawêj Ewrîn bang kir û got: “Serokê DYA’yê Donald Trump ji kê re çek dabe bila eşkere bike.”

Gotinên Serokê DYA’yê Donald Trump ên weke “Me di ser Kurdan re gelek çek ji bo xwepêşanderên Îranî re şandin. Ez difikirim ku Kurdan ev çek ji bo xwe hiştine, ez gelekî daxbar bûm” heyameke ku ji aliyê gelek derdoran ve dîsa tê nîqaşkirin. Hinek derdor vê rewşê bikar tînin û ji bo ku Kurdan bikin hedef, hewldaneke mezin didin. Piştî serdana Trump a li Çînê, di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku planeke nû û teqez a li dijî Îranê wê bikeve meriyetê; di serdemeke wiha de nûkirina van nîqaşan dibe sedema bertekan. Tevî ku Hevserokên PJAK’ê bi xwe gelek caran daxuyandine ku wan tu çek wernegirtine jî, PJAK’ê bertek nîşan da ku ev mijar hîn jî tê nîqaşkirin.

SÎNYALA DESTWERDANEKE NÛ LI DIJÎ ÎRANÊ

Berdevka Çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn destnîşan kir ku îhtîmala destwerdaneke nû li dijî Îranê heye û derbarê nîqaşên çekên ku îddîa tê kirin ji Kurdan re hatine dayîn de wiha got: “Serokê DYA’yê Donald Trump çek ji kê re dabe bila eşkere bike.” Ewrîn bang li partiyên Kurdî jî kir û got: “Kê girtibe bila eşkere bike û bila êdî vê rewşê şêlo nekin” û bi vê yekê xal danî ser nîqaşan.

Gelawêj Ewrîn diyar kir ku dibe ku Amerîka û Çîn li ser hinek mijaran li hev kiribin û got: “Wê li dijî Îranê ji nû ve destwerdanek pêk were. Dibe ku ev dem kurt be lê wê bi bandor be. Li ser mijara ku divê Îran nebe xwedî çekên nukleerî, DYA û Çîn li hev kirine. Her weha Tengava Hurmuzê ji bo Çînê gelekî girîng e û wê hewl bide bi Amerîkayê re hinek peymanan çêbike.”

‘TRUMP JI KÊ RE ÇEK DABÊ BILA EŞKERE BIKE’

Gelawêj Ewrîn bersiv da îddîayên Trump û hinek derdorên ku dixwazin Kurdan bikin hedef û wiha xal danî ser mijarê:

“Em weke PJAK ji Trump re dibêjin; ‘Tu nikarî gelê Kurd bi wê yekê tawanbar bikî ku te çek daye wan û wan jî ev çek bikar neanîne.’ Em li ser xaka Îran û Rojhilat hene. Çi di qada siyasî de û çi jî di qada leşkerî de hêza me heye. Me ji tu hêzê çek wernegirtine. Ger Amerîkayê çek dabe hinek hêzan, bila bi eşkereyî ragihîne ku ji kê re û ji kîjan partiyên siyasî re daye. Divê kes Kurdan tehdît neke û nebêje ‘me çek da we, we jî bikar neanî’. Ev tehdît tê vê wateyê: Ew dixwazin hem Îranê li dijî me sor bikin, hem jî bawerî û ewlehiya gelê me ya li hemberî me bihejînin. Gelê me dizane ku em heta îro bi hêza xwe hatine. Hêza me, li ku derê pêwîstî hebe wê destwerdana xwe jî bike.”

BANG LI PARTIYÊN KURDÎ

Gelawêj Ewrîn bang li partiyên Kurdî jî kir û wiha axivî:

“Her weha partiyên siyasî yên Kurdî jî ger ji Amerîkayê çek girtibin, bila vê yekê bi eşkereyî deynin holê. Şêlokirina rewşê bi vê şêwazê, di berjewendiya tu kesî de nîn e. Bi vê rêbazê piçûkxistina Kurdan nayê qebûlkirin. Kurd di herêmê de lîstikvanekî serekî ne. Hêza wan jî heye; hêza me ya esasî jî gelê me ye ku em pişta xwe didinê.”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Amerîkayê keştiya balafiran şand sînorê Kubayê
Dosyaya dîlgirtiyan nayê çareserkirin û dirêj dibe

Nûçeyên Sereke