Projeya “Kembera Erebî” ku di sala 1973’yan de ji aliyê rêjîma Baasê ya Sûriyê ve li parêzgeha Hesekê hat destpêkirin, hîn jî weke yek birîneke herî kûr û pirsgirêkeke hiqûqî-civakî ya Kurdan dimîne.
Piştî derbasbûna 53 salan, daxwaza Kurdan a ji bo vegerandina ax û zeviyên wan careke din di rojevê de ye.
Piştî 53 salan hîna Kembera Erebî di rojeva Kurdên Rojava de ye
Di vê projeyê de ku wekî hewldana guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, zevî û milkên Kurdan ji aliyê rêjîmê ve hatin desteserkirin û ji bo Erebên Xemer ên ji herêma Firatê hatin radestkirin.
Di encama vê projeyê de, bi milyonan donim ji zeviyên Kurdan ji destê wan hatin derxistin û li şûna Kurdan, Ereb hatin bicihkirin.
Ev trajedî heta roja îro, di bîra Kurdên Rojavayê Kurdistanê de cih girtiye.
Bi hilweşîna rêjîma Baasê re û îmzekirina peymana 29’ê çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, hêviyên Kurdan hene ku milkên wan li wan werin vegerandin.
Hikûmet dibêje ku wê qebûl kiriye ku ziyan gihaye Kurdan û hin rayederan jî diyar kir ku ew ê bi rêya komîteyeke hevbeş vê dosyayê vekolin.
Duh jî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, Komeleya Yekpar panêlek bi sernavê “Kembera Erebî ji Zilmê ber bi Çareseriyê ve” hat lidarxistin.
Di panêlê de hejmarek ji hiqûqnas û kesên ku ziyanr dîtine, amade bûn, da ku rêyên çareseriyê yên zagonî vekolin û rapora xwe radestî parêzgarê Hesekê bikin.
Komîteya amadekar hejmarek ji Erebên Xemer jî vexwendibûn panêlê, lê beşdarî panêlê nebûn û sedema nehatinê jî diyar nekirin.
Ednan Hisên: Em ji doza xwe venagerin
Yek ji kesên ku di panêlê de amade bû, Ednan Xelîl Hisên e, welatiyekî Rojavayê Kurdistanê ye û di dema cîbicîkirina projeya Kembera Erebî de, zêdeyî 700 hektar erdê wan hatiye desteserkirin.
“Rêjîma Baasê 700 hektar zeviyên me desteser kirin”
Parêzer Basil Ebdê jî ji Nûçe TV re amara dorûber û ziyana ku gihîştiye Kurdan bi hûrgilî parve dike û tekez dike ew ê di warê huqûqî de hemû hewlên xwe bidomînin, da ku erdên Kurdan li xwediyên wan ên resen vegerin.
3 milyon donim ji zeviyên Kurdan hatine desteserkirin
Kembera Erebî ji Dêrikê dest pê dike û li derdora Serê Kaniyê bi dawî dibe, ev kember ji 37 navendan pêk tê ku li ser dirêjahiya sînorê bi Bakurê Kurdistanê re hatine avakirin, heta niha jî ew navend mane, lê weke gundên Erebên Xemer tên naskirin.
/Çawkani: nucetv.net/










