Pasdarên dewleta Îranê duh di ser gundekî navçeya Dalaho ya Kirmaşanê de girtin û du ciwanên Kurd ên bi navên Meysem Weysî û Mucteba Weysî kuştin.
Şahidên bûyerê ragihandin ku hêzên rejîmê beyî hişyarî bidin, êrîşî malê kirine û rasterast gule li her du ciwanan barandine.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Meysem Weysî û Mucteba Weysî piştî ku tevlî serhildanên çileya 2026’an bibûn, ji ber zextan û gefa girtinê ji neçarî jiyaneke veşartî didomandin.
Piştî bi mehan, cihê wan ji aliyê hêzên ewlekariyê û îstîxbaratê yên rejîmê ve hate naskirin.
Meysem û Mucteba Weysî, li parêzgeha Kirmaşanê wekî çalakvanên çandî yên naskirî dihatin zanîn.
/çawkani: nucetv.net/










