Ehmed Şera ji bo Lûtkeya G7 û Nato’yê Hatiye Vexwendin

CîhanNûçe

exwendina serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera ji bo Washingtonê, dibe ku rolekê di şerê li dijî Hizbullaha Libnanê de bilîze. Di heman demê de, gotûbêjên berdewam ên li ser pirsgirêkên serweriya Libnanê û hewldanên Fransa û Erebistana Siûdî ji bo piştgiriya dewleta Libnanê û xurtkirina rola saziyên wê, wekî rojevên sereke cih girtin.

Piştî beşdarbûna Ehmed Şera di civîna Konseya Ewropayê de li Qibrisê, serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera ji bo Lûtkeya G7 ya li Fransayê û Lûtkeya NATO’yê ya li Tirkiyê hat vexwendin.

Her wiha hat destnîşankirin ku Ehmed Şera dê beşdarî Lûtkeya G7 nebe, lê dibe ku biçe Lûtkeya NATO’yê.

Di çarçoveya lûtkeya NATO’yê de, dibe ku Ehmed Şera û serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump bicivin.

Lûtkeya 52’yan a Grûpa 7 dê ji 15’ê hezîranê heta 17’ê hezîrana 2026’an li bajarê Evian-les-Bains ê Fransayê were lidarxistin.

Di vê lûtkeyê de ku Fransa mazûvaniya wê dike, rêveberên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê wê bicivin.

Rêveber dê di vê lûtkeyê de mijarên girîng ên ewlehî, aborî û jeopolîtîkê gotûbêj bikin.

Lûtkeya NATO’yê jî dê 7 û 8’ê tîrmeha 2026’an li Enqereyê were lidarxistin ku xula 36’an e.

Piştî lûtkeya Stenbolê ya sala 2004’an, ev cara duyem e ku Tirkiye mazûvaniya lûtkeyeke wiha dike.

Vexwendina Ehmed Şera bi daxuyaniyên Trump ve girêdayî ye

Li gorî ku çavdêr dibêjin, vexwendina Ehmed Şera bi daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump ve girêdayî ye.

Dibe ku rolekê di şerê li dijî Hizbullahê de yê li Libnanê bilîze.

Her wiha ev yek rê li ber tevlêbûna Şamê di nav rêkeftinên nû yên ewlehiya herêmî de vedike.

Rêveberiya Amerîkayê wekî tevkarekî gengaz di kontrolkirina sînorê Libnan-Sûriyê de, rêgirtina li ber desteka lojîstîk ji bo Hizbullahê dibîne.

Ev yek jî di çarçoveya siyaseta zêdekirina fişara li ser Îran û hevalbendên wê de tê kirin.

Rojnameyên Erebî destnîşan kirin ku beşdariya Şamê di şerekî rasterast ê li dijî Hizbullahê de, rastî pirsgirêkên mezin ên siyasî û ewlehiyê tê.

Rojnameyan diyar kir ku tevgera dawî ya Erebistana Siûdî ber bi Libnanê ve, dibe ku ji bo jinûveçalakkirina hewldanên navdewletî be ku piştgiriyê didin dewleta Libnanê û saziyên wê û atmosfereke siyasî û darayî ya guncavtir peyda bibe.

Fransayê jî piştgiriya xwe ji bo saziyên Libnanê, bi taybetî bi ji bo artêşê dubare kiriye.

Hat diyarkirin ku dema mercên guncav pêk werin, ew amade ye konferanseke navdewletî ji bo piştgiriya leşkerî li dar bixe.

Her wiha hat gotin ku Parîsê jî têkiliyeke taybet bi siberoja UNIFIL û rêkeftinên ewlehiyê yên potansiyel li başûrê Libnanê nîşan daye.

Li gorî AFP Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de zextê li Sûriyê dike da ku Sûriyê mudaxeleyî şer bike.

Heman çavkaniyê diyar kir ku Ehmed Şere di civîna xwe ya li Qesra Gel de bi şandeyek ji zêdetirî 70 kesayetiyên navdar ên gundewarên Şamê re li ser rewşa Libnanê axivî.

Serokê Sûriyê Ehmed Şere di civînekê de ji mêvanên xwe re piştrast kir ku Şam niyeta wê ya ketina nav Libnanê tune ye.

Ehmed Şere diyar kir ku ev mijar tenê gotegotin.

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Murat Karayılan mercên aştiyê eşkere kirin
Li Amedê Hevpeyvîn û Roja Îmzeyê ya Suphi Îzol Tê Lidarxistin

Nûçeyên Sereke