AMED (Nûpel) – Şaredariya Peyasê, bi armanca geşkirina huner û çanda Kurdî, parastina ciwanan ji rûxandina civakî û xurtkirina piştevaniyê, “Kargeha Hunerê ya Yektayê” li taxa Hûzûrevleriyê vekir.
Di merasîma vekirinê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, şanoger Sakîne Jîr û gellek welatî amade bûn. Beriya bernameyê, koma govendê ya zarokan a şaredariyê û beşdaran bi hev re govend gerandin.
‘Huner, Gerandina Li Du Heqîqatê Ye’
Li ser navê amadekaran, şanoger Sakîne Jîr xêrhatina mêvanan kir û girîngiya hunerê raber kir. Jîr anî ziman ku hunergerî lêgerîna heqîqatê ye û got:
“Armanca me ew e ku em bi hunera xwe dengê xwe bigihînîn zarokên vî welatî. Ev dengê ku dibe pênûsa Apê Mûsa, dengê Elî Temel ji bo me serbilindî û nexşerê ye. Miletekî bê huner û çand mehkumê mirinê ye.”
‘Bersiva Herî Mezin a Ji Bo Polîtîkayên Qeyûman’
Hevşaredar Cengîz Dundar bal kişand ser êrişên li dijî nasnameya Kurdî û diyar kir ku hêzên serdest di serî de êrişî çand, ziman û modela jiyanê ya gelan dikin. Dundar destnîşan kir ku qeyûman jî herî pêşî dest danîn ser saziyên çandî û wiha berdewam kir:
“Me jî bi van saziyên ku di nava van 3 mehan de vekirin, bersivek da wan. Em ê ji doza xwe venegerin.”
‘Çanda Me Bi Saya Kedkarên Hunerê Zindî Ye’
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar jî da zanîn ku li ser vê erdnîgariyê polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê hatine meşandin da ku gelê Kurd bîra xwe winda bike. Sîncar, spasiya kedkarên hunerê kir û got:
“Eger huner û çanda me hîn jî zindî ye, ev bi saya Halîl Dag, Hozan Serhad û Delîla ye û em minetdarên wan in. Vekirina vê kargehê, ji bo kesên ku ciwanên me ber bi hişbîr, fihûş û rêyên xirab ve dikişînin bersiveke tund e. Em ê her dem girîngiyê bidin xebatên bi vê rengî.”
Merasîm Bi Muzîk û Govendê Bi Dawî Bû
Piştî axaftinan, kordeleya vekirina kargehê ji aliyê hevşaredaran û beşdaran ve hat jêkirin. Di bernameya hunerî ya vekirinê de, koma govendê ya zarokan a Kargeha Yektayê û şagirtên kargehê derketin ser dikê û hunera xwe nîşan dan. Herî dawî hunermend Sabir Erkan bi stranên xwe bername bi dawî kir. Vekirina kargehê di nava atmosfereke bi coş de bi dawî bû.

Çavkanî: AW










