🔴AMED (Nûpel) – Şaredariya Peyasê, bi çandina bi dehan cureyên tovên sewze û fêkiyan (mêweyan) yên ku ji Şaredariya Nilufera Bursayê wergirtine, li Qada Sera û Terhikan a şaredariyê di nav viyolan de dest bi hilberînê kir.
Meha borî, di çarçoveya serdana Şaredariya Niluferê de, hin tov ji bo bajêr hatibûn anîn û niha li qada serayan hatin çandin. Ev însiyatîf ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat (GABB) û Şaredariya Peyasê ve tê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de bi dehan cureyên tovan li qada şitildanînê cih girtin.
Bi beşdariyeke berfireh tov hatin çandin
Çandina tovan bi beşdariya Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, endamên Meclisa Şaredariyê û tîmên Gerînendetiya Park û Baxçeyan pêk hat. Di vê xebatê de 29 cureyên cuda yên berhemên çandiniyê hatin çandin. Di nav van de; tovên barbûnyayê, gêzer, şahbelot, kelema (lehana) sor, zebeşê reş, îsot, pirasa û kulîlkên wekî eyînsefa û zînnîayê hene.
Ev xebat ji bo parastina tovan û pêşketina çandiniya herêmê xwedî girîngiyeke mezin e. Şitilên ku di viyolan de şîn dibin, dê paşê li seranserê navçeyê li erdê werin çandin.
Armanc: 100 hezar kulîlkên demsalî
Li Qada Sera û Terhikan a şaredariyê, xebat ne tenê bi sewze û fêkiyan sînordar in; vir veguheriye navendeke hilberînê ya mezin. Di encama xebatên hûr û kûr de ev hejmarên hilberînê hatine bidestxistin:
100 hezar kulîlkên demsalî
15 hezar gul
2 hezar lewante
1.500 şîmşîr
1.500 taflan
Şitil û tov dê bêpere werin belavkirin
Ji bo avakirina Peyaseke rengîn û ekolojîk, şaredarî plan dike ku tevahiya van berheman bêpere li welatiyan belav bike. Dar û şitlên ku ji bo belavkirinê hatine amadekirin ev in:
Herî kêm 100 hezar tovên sewzeyan (yên herêmî)
4 hezar şitlên berûyê
1.000 şitlên xoxan
1.000 şitlên mişmişan
260 darên gûzan û cureyên din.
Bi vê projeyê, Şaredariya Peyasê armanc dike ku hem cihêrengiya biyolojîk biparêze, hem jiyaneke ekolojîk li navçeyê pêş bixe û hem jî tovên herêmî ji bo nifşên paşerojê mîsoger bike.











