DYE û Îranê li hev xistin

CîhanNûçe

🔴DYE’yê careke din êriş bir ser hedefên li başûrê Îranê. Îranê jî ragihand ku bi armanca bersivdanê li baregehên Emerîkî xistiye. Vê yekê fikar li ser paşeroja agirbestê çêkir.

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku şeva Çarşemê li başûrê Îranê operasyonên nû kiriye. Li gorî rayedarên Emerîkî, çar droneyên êrişê yên Îranê hatin xistin ku li ser derdora Tengava Hurmuzê gef bûn.

LI HEDEFA LI BENDER ABBASÊ HATE XISTIN

Rayedarekî Emerîkî her wiha diyar kir ku artêşê li stasyoneke kontrolê ya li nêzî Bender Abbas xistiye ku droneya pêncemîn difirand.

Washingtonê îdîa kir ku operasyon “bi pîvan û ji bo parastinê” bû û ragihand ku ji bo parastina agirbestê hate kirin.

Medya Îranê jî îdîa kir ku li derdora Bender Abbasê nîvê şevê sê teqînên mezin rû dan. Rêveberiya Tehranê êrişên bi heman rengî yên DYE’yê ku destpêka hefteyê jî hatin kirin weke binpêkirina agirbestê pênase kiribû.

JI ÎRANÊ BERSIVDAYIN

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihandin ku weke bersiva li êrişên DYE’yê wan li hedefên Emerîkî xistine.

Di daxuyaniyê de ku li televîzyona dewletê ya Îranê hate weşandin, agahiyên berfireh li ser êrişê nehate dayin. Heman saetê artêşa Kûweytê jî ragihand ku “fuzeya dijmin” û “êrişên bi droneyan” hate têkbirin.

Televîzyona dewletê ya Îranê her wiha diyar kir ku gule li çar keştiyan hatiye reşandin ku hewl dida ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.

Şefa dîplomasiyê ya Yekîtiya Ewropyaê Kaja Kallas jî diyar kir ku rageşiya navbera Îran û DYE’yê divê careke din veneguhere şer.

MEDYA ÎRANÊ PÊŞNÛMEYA PEYMANÊ WEŞAND, DYE’YÊ DEREWAND

Li aliyê dinê televîzyona dewletê ya Îranê detayên pêşnûmeya peymaneke çarçoveyê weşand ku îdîa kir, ku di navbera Tehran û Washingtonê de tê nirxandin. Li gorî pêşnûmeyê, DYE’yê soz daye ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê rake, hêzên xwe yên leşkerî yên li herêmê kêm bike û piştgiriyê bide jinûve vekirina Tengava Hurmuzê ji trafîka deryayî ya bazirganiyê re. Medya Îranê diyar kir ku peyman hîn misoger nebûye.

Lê belê Qesra Spî bi zimanekî tund ev îdîa red kir. Qesra Spî diyar kir ku pêşnûmeyeke bi vî rengî ya peymanê nîne.

 

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

Veysi Varli: Ez û Muzîka Giranî
Muxafizên Şoreşê yên Îranê: Îhtimala şerê bi DYE’yê re kêm e

Nûçeyên Sereke