Di Doza Gulistan Doku De Hejmara Girtiyan Derket 8an

Nûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Dosyaya Gulistan Doku, xwendekara Zanîngeha Mûzirî ya ku li Dersîmê winda bibû, ji nû ve hat vekirin. Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê ve tê birêvebirin de, doz êdî ne tenê “windabûnek” e; bi gumanên kuştin, veşartina cesed û tinekirina delîlan didome.

Zeinal Abakarov û Bavê Wî Hatin Girtin

Di çarçoveya lêpirsînê de, 9 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin. Hevala berê ya Gulistanê, Zeinal Abakarov û bavê wî yê polîsê berê Engin Yücer, bi biryara dadgehê hatin girtin. Kesê bi navê Ugurcan A. jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Tora Gumanbaran Berfireh Dibe

Lêpirsîn tenê bi malbata Abakarov sînor neman. Di nav girtiyan de navên baldar hene:

Polîsê berê Gokhan Ertok: Tê îdîakirin ku daneyên sim-karta Gulistanê jê biriye.

Cemile Yucer: Dayika Zeinal Abakarov.

Erdogan Elaldı, Celal Altaş, Nurşen Arikan û Ferhat Hanedan Guven: Kesên ku bi tawanên cuda hatine girtin.

Walî û Serbijîşkê Berê Jî Di Bin Çavan De Ne

Yek ji aliyên herî balkêş ên nûçeyê jî binçavkirina rayedarên wê demê ye. Walîyê wê demê yê Dersîmê Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Turkay Sonel, tevî Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dersîmê Çagdaş Ozdemir di bin çavan de ne. Hat ragihandin ku lêpirsîna wan li cendirme û dozgeriyê berdewam dike.

Aygul Doku: “Me Gotibû Ev Kuştin e”

Malbata Gulistan Doku, bi taybetî xwişka wê Aygul Doku, ji roja ewil ve digot ku ev ne windabûneke asayî ye. Di vê pêvajoyê de hat diyarkirin ku gumanbarek jî bi tawana talankirinê li hemberî Aygul Doku hatiye girtin.

Van jî bibîne

 

Abdullah Ongullu Şêrwî: Mirina Mar
Vebûna Tengava Hurmizê Bihayiya Zêrê Ber bi 5 Hezar Dolarî ve Bir

Nûçeyên Sereke