NÛPEL – Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ku ji bo Civata Giştî ya 24’an a KNK’ê re şandiye de diyar kir ku “Mezinkirina lêgerîna yekitiya demokratîk a Kurdan, berpirsyariya me hemûyan a hevpar e.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Civata Giştî ya 24’an a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re peyamek şand.
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
“Welatparêzên hêja, nûnerên rêzdar, mêvanên qîmetdar;
Beriya her tiştî ez Civata Giştî ya 24’an a KNK’ê bi hestên xwe yên herî ji dil silav dikim, sala 27’an a KNK’ê û vê rûniştina we ya watedar pîroz dikim. Min ji aliyê xwe ve piştgirî û keda xwe da avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK’ê. Tevî şert û mercên girtîgehê jî, min di nav rûbera îmkanan de xebatên we şopandin û dem bi dem pêşniyarên xwe gihandin we.
Her nîqaşeke ku li ser paşeroj, yekitiya neteweyî, mafên demokratîk û vîna hevpar a gelê Kurd tê meşandin, di meşa dîrokî ya gelê me de xwedî cihekî girîng e.
Gelê Kurd îro di yek ji qonaxên herî girîng ên dîroka xwe re derbas dibe. Kurdên ku bi sedsalan rûbirûyî polîtîkayên înkar, îmha, parçekirin û bêstatubûnê hatin hiştin, di berdêla berdêlên mezin de vîna xwe ya azadiyê parastin, kapasîteya xwe ya hilberîna siyasetê pêş xistin û bûn yek ji dînamîkên herî girîng ên civakî yên Rojhilata Navîn. Êdî ne pêkan e ku mirov qala hevkêşeyeke Rojhilata Navîn bike ku tê de Kurd nayên hesibandin û vîna wan ne di ber çavan re tê girtin.
Ev rastî, ji bo Kurdan berpirsyariyên nû jî bi xwe re tîne. Beriya her tiştî pêşxistina çanda diyalog, muzakere û hevparbûnê ya di navbera Kurdan de wezîfeyeke dîrokî ye. Yekitiya neteweyî ya Kurd, ne armancek e ku tenê tevgereke siyasî, partiyek an jî derdorek bi tena serê xwe pêk bîne. Ev yekitî dikare bi keda hevpar a hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, jin, ciwan û dînamîkên civakî yên Kurd were avakirin.
Yekitiya demokratîk a navbera Kurdan ne înkarkirina ciyawaziyan e, lê belê gihîştina ciyawaziyan e li ser zemîneke demokratîk. Armanc ne yekdengî ye, şiyana pêşxistina vîneke hevpar e di mijarên neteweyî yên hevpar de. Di mijarên bingehîn ên ku berjewendiyên gelê me eleqedar dikin de pêşxistina helwesteke hevpar, rê nedana bikaranîna Kurdan li dijî hev û parastina destkeftiyên neteweyî bi hişmendiyeke hevpar, divê di nav prensîbên bingehîn ên yekitiyê de cih bigirin.
Ji ber vê yekê pêşxistina pêvajoyeke berfireh a diyalog û muzakereyê di navbera Kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e. Rêya derbaskirina xeyidîn û cudahiyên rabirdûyê ne bi şer e, bi axaftin, nîqaşkirin û hilberandina rêyên çareseriyê yên hevpar e. Fikra kongreyeke neteweyî ya demokratîk jî divê wekî îfadeya saziyî ya vê hewcedariyê were nirxandin.
Li gel vê, paşeroja gelê Kurd ne tenê bi yekitiya neteweyî, di heman demê de bi fêmkirina civaka demokratîk re jî girêdayî ye. Perspektîfa civaka demokratîk esas digire ku pirsgirêk ne bi şer û şîdetê, bi rêya siyaset, hiqûq û muzakereya demokratîk werin çareserkirin. Ew wekheviya gelan, demokrasiya herêmî, rêxistinbûna azad û jiyana hevpar diparêze.
Hilbijartina dîrokî ya li pêşiya gelê Kurd tenê nîqaşeke statuyê nîn e. Meseleya bingehîn ew e ku dê jiyaneke çawa ya civakî were avakirin. Têgihîştina civaka demokratîk, azadiya gelê me ligel azadiya gelên din digire dest; armanca wê ne pevçûn e jiyana hevpar e, ne veqetîn e yekitiya demokratîk e.
Tiştê ku îro hewcedariya me pê heye; ruhekî bihêz ê yekitiya neteweyî di navbera Kurdan de, piştgiriya demokratîk a bi gelên Rojhilata Navîn re û vîzyoneke paşerojê ya hevpar e ku li ser bingeha azadiyê were pêşxistin. Ji ber vê yekê mezinakirina lêgerîna yekitiya demokratîk a Kurdan, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsyariya me hemûyan a hevpar e.
Bi van hest û ramanên xwe ez civîna we careke din silav dikim û hêvî dikim ku nîqaş û encamên derkevin holê, xizmeta yekitî, azadî û paşeroja demokratîk a gelê me bikin.
Ez serkeftinê dixwazim û hemû beşdaran bi rêzdarî silav dikim.
Abdullah Ocalan
Îmralî, 01.06.2026”










