NY: Hevdîtinên me ji bo ezmûnên xwendekarên Siweydayê bê encam bûn

CîhanNûçe

🔴Duh Şandeyeke Neteweyên Yekbûyî serdana Siweydayê kir û bi Hikmet Hicrî re mijara ezmûnên xwendekaran nîqaş kir. Nivîsgeha NY ya li Sûriyê ragihand ku hevdîtinên der barê lidarxistina ezmûnên xwendekaran li Siweydayê de, negihîştin ti encamê.

Duh şandeyeke Neteweyên Yekbûyî serdana Siweydayê kir.

Şande bi Şêx Hikmet Hicrî re civiya.

Aliyan rewşa li Parêzgeha Siweydayê, bi taybet mijara xwendekaran û mekanîzmaya birêvebirina ezmûnên dawîn, gotûbêj kir.

Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke kurt encama hevdîtinên xwe yên der barê ezmûnên xwendekarên Siweydayê de eşkere kir.

NY di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan têkildarî rêbazên piştgiriya xwendekarên Siweydayê di ezmûnên dawîn de hevdîtin pêk anîn û wiha got:

“Tevî van hevdîtinan, her du alî, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê

 û Şêx Hikmet Hicrî nekarîn astengiyên heyî derbas bikin.”

Her wiha destnîşan kir ku hikûmet dê ezmûnan li parêzgeha gundewarê Şamê pêk bîne.

Pirsgirêka ezmûnên xwendekarên Siweydayê çaresr nebû

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di 14’ê Gulanê de biryarek dabû.

Li gorî wê, dê ji bo xwendekarên refên 9 û 12an (Wêje, Zanistî û Pîşeyî) yên ji Siweydayê navendên ezmûnan li parêzgehên Şam û gundewarê Şamê werin vekirin.

Wezaretê ev biryar bi îdiaya ku ‘Siweyda ne ewle ye û divê ezmûn li cihekî ewle werin pêşkêşkirin’ da.

Şêniyên Siweydayê li ser vê biryarê, bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan da.

Her wiha diyar kir ku ev biryar barê zêdetirî 13 hezar xwendekaran giran dike.

Di heman demê de mercên ewlehî û debareyê jî giran e.

Şêniyan xwest ku ev biryar were betalkirin.

/çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Hevpeyvîn Ligel Nivîskar Krîstîn Ozbey: Di Navbera Xem, Tenêtî û Ruhê Xwezayê De
Piştî Brîtanyayê Amerîkayê jî ragihand ku leşkerekî wan li Hewlêrê miriye

Nûçeyên Sereke